Jina bi rêbertî û şehîd Sakîne re civiya ye: Hevdîtin hêz û israra têkoşînê dide

Emîna Şêx Mistefa ya 70`ê salî du caran bi rêber Abdullah Ocalan re civiya û di wê demê de Tevgera Rizgariya Kurdistanê dinase. Emîna 30 sal ji temenê xwe da xeta berxwedan û têkoşînê û dema bi şehîd Sakîne Cansiz re jî civiya xurtir bû.

Jina bi rêbertî û şehîd Sakîne re civiya ye: Hevdîtin hêz û israra têkoşînê dide
9 ÇILE, 2021   02:39
HELEB-MIHEMED EBDO

Emîna Şêx Mistefa di 1991`ê de Tevgera Rizgariya Kurdistanê dinase û du caran bi rêber Abdullah Ocalan re dicive. Cara yekemîn di 15`ê Tebaxa 1991`an de li Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubanê bû. Di heman salê de di pîrozkirina salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê de bi Sakîne Cansiz re jî civiya.

XWESTEKÊN RÊBERTÎ

Rêber Abdullah Ocalan dema ku li Sûriyê bû gelek civîn ji gel re li dar dixistin. Emîna di civînekê de ku li taxa Suryana Nû ya Helebê hatibû lidarxistin, bi rêbertî re civiya.

Derbarê vê yekê de Emîna got: "Xala herî girîng a ku rêbertî îşaret pê dikir sebra li hemberî êrişên li dijî tevgerê an neqebûlkirina fikirên tevgerê bû. Her wiha belavkirina fikirê tevgerê di nava pêkhateyan de bû."

Emîna destnîşan kir ku rêbertî banga girîngiya pêkanîna yekitiya netewî ya kurdî dikir, her wiha bang dikir ku pêwîste li ser bingeha xweparastinê kar were kirin da ku civak ji xeteriyan were parastin.

Emîna Şêx Mistefa bal kişand ser axaftinên rêber Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Banga domandina xeta têkoşînê dikir, digot divê malbatek bibe bingeha şoreşê."

GIRÎNGIYA REXNEKIRINÊ

Emîna bi bîr xist ku rêbertî di civînê de û mijara girîngiya renxe û rexendayîn û rêbazên bikaranîna wê da ku bibe  renxeyeke avaker şîrove kir.

Emîna Şêx Mistefa di nava gotinên xwe de da zanîn ku piştî civîn bi dawî bû her kesî wêneyên xwe bi rêbertî re kişandin û rêbertî got ku "Erka têkoşînê û rizgarkirina Kurdistanê bangî we dike."

ÇÎROKÊN ÎŞKENCEKIRINA SAKÎNE CANSIZ

Emîna der barê hevdîtina xwe bi têkoşer Sakîne Cansiz de jî wiha got: "Piştî demeke kurt ji serbestberdana wê  min ew dît, ji ber îşkenceya ku di girtîgehê de lê hatibû kirin pir westiya bû."

Emîna di berdewamiya gotina xwe de çîrokên îşkencekirina şehîd Sakîne û hevrêyên xwe di girtîgehên Tirkiyê de û berxwedana ku di girtîgehan de dan meşandin bi bîr xist û got ku dengvedana vê berxwedanê li her 4 parçeyên Kurdistanê berbelav bû û hişt ku asta têkoşîna alîgirên tevgerê bilindtir bibe.

Emîna Şêx di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tevî Sakîne nekarîbû  dan û standinê li gel dayikên têkoşer, endamên tevgerê û alîgiran bikira, lê dîsa jî seheka wê isbata israra berdewamkirina xeta têkoşînê dikir.

(eh)  

ANHA