Desteya Aborî û Çandiniyê hewl dide di 2021`an de projeyên nû bi pêş bixe

Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê di sala 2020’an de hemû derfetên xwe ji bo piştevanî û geşkirina qada çandiniyê bi kar anîn da ku di sala 2021`an de rê li pêşketina qada pîşesazî û bazirganiyê re veke.

Desteya Aborî û Çandiniyê hewl dide di 2021`an de projeyên nû bi pêş bixe
Desteya Aborî û Çandiniyê hewl dide di 2021`an de projeyên nû bi pêş bixe
Desteya Aborî û Çandiniyê hewl dide di 2021`an de projeyên nû bi pêş bixe
Desteya Aborî û Çandiniyê hewl dide di 2021`an de projeyên nû bi pêş bixe
Desteya Aborî û Çandiniyê hewl dide di 2021`an de projeyên nû bi pêş bixe
Desteya Aborî û Çandiniyê hewl dide di 2021`an de projeyên nû bi pêş bixe
Desteya Aborî û Çandiniyê hewl dide di 2021`an de projeyên nû bi pêş bixe
Desteya Aborî û Çandiniyê hewl dide di 2021`an de projeyên nû bi pêş bixe
8 ÇILE, 2021   13:09
QAMIŞLO-LÎLAV DÎWANÎ

Li gel têkçûna aborî ya li Sûriyê ku bandora xwe ya neyinî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir, ya ji ber daketina nirxê lîreya Sûriyê li hemberî dolar û bi taybetî bi pêkanîna qanûna cezayên Amerîkayê yên “Qanûna Qeyser” ku di 17`ê Hezîrana borî de ket meriyetê, Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê di 2020’an de hewl da ku rewşa aboriyê li bajar û gundên herêma Cizîrê baş bike.

Qanûna Qeyser bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir, nexasim piştî girtina dergeha Til Koçer/Yeirubiyê ya ji ber vetoya Rûsyayê di civîna Meclisa Ewlehiyê ya 10`ê Çileya 2020`an. Li aliyekî din, ji ber tedbîrên ji bo pêşîlêgirina belavbûna şewba Koronayê tevgera aboriya cîhanê jî felc bû û wê yek jî bandoreke neyinî li herêmên Rêveberiya Xweser kir. Her wiha bi berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û talankirina xêr û bêrên herêmê, li herêmê rewşa aboriyê bi paş ket.

Lê belê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2020’an bi lez hin tedbîr girtin, da ku bandora aloziya aboriyê li ser şêniyan sivik bike. Ji wan tedbîran zêdekirina mûçeyên karkaran bi rêjeya ji sedî 150, kêmkirina buhaya enternetê, piştevaniya projeyên biçûk, vekirina saziyên mezêxeran, çavdêriya dikanên pevguherandina pereyan û piştgiriya projeyên çandiniyê, bûn.

PROJE Û XEBATÊN KU DI SALA 2020’AN DE PÊK HATINE

Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê di 2020`an de aloziya aboriyê li herêmê kêm kir û hemp derfetên xwe ji bo geşkirin û pêşxistina qada çandiniyê bi kar anî, ku çavkaniya sereke ya debara şêniyên herêma Cizîrê ye û faktora sereke ya pêşxistina projeyên pîşesaziyê û bazirganiyê ye, ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêm in.

Desteya Aborî û Çandiniyê her wiha ji cotkaran re, tov û semad dabîn kir. Desteyê 30 hezar ton tov li cotkaran belav kir, ku wê yekê hişt şênî zeviyan zêde biçînin, her wiha kooperatîfên çandinî û bazirganiyê û xwedîkirina sewalan jî bi pêş ket.

Girêdayî mijarê, cîgira hevserokatiya Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizirê Lîman Hesen diyar kir ku wan di sala 2020’an de hewl da ku zeviyên çandiniyê zêdetir îstismar bikin, bi taybetî hewl dan çandina garis û pembo bi pêş bixin, da ku piştre kargehên zeyt û rês bên vekirin. Lîman destnîşan kir ku ew rastî gelek zehmetiyan hatine, ya herî sereke vîrusa Koronayê bû ku bandoreke neyinî li tevgera cotkaran û mekanîzmaya belavkirina mazotê kir.

 Lîman piştrast kir ku wan gavên erênî di çinîna genim û depokirina wê de avêtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 600 hezar ton û li herêma Cizîrê jî 200 hezar ton genim hate depokirin.

Her wiha li herêmên başûr bajarê Hesekê ku madeya nan li wan herêman kêm bû, 24 firin vekirin û piştgirî da firinên taybet û giştî. Li herêma Cizîrê 163 hezar ton ard li firinan hate belavkirin.

Desteyê jib o firotina nanê firinên giştî yên bajarê Qamişlo 24 kişik vekirin. Lîman destnîşan kir ku tê payîn kul i kantona Qamişlo di sala 2021`an de 32 kişikên din bên vekirin, ji ber ku ev proje ji bo şêniyan pir baş bû.

Bi bilindbûna buhayên kel û pelan û keysbaziya hin bazirganan û bikaranîna aloziya aboriyê re, desteyê li bajarên herêmên Cizîrê gelek saziyên mezexêran ava kirin, da ku pêdiviyên şêniyên yên bingehîn bi nirxekî guncawa peyda bikin. Her wiha kargeha derxistina zeytê li Qamişlo hat vekirin, 74 şîrketên taybet hatin vekirin û ji 134 karegehên pîşesaziyên veguherînê û kargehên din wekî kargehên plastîkê, totya, sabûn, dermanên paqijiyê, kargehên avê û hwd re hatin dayîn.

Der barê rola Komîteya Zimhêrê de, Lîman Hesen diyar kir ku bi belavbûna vîrusa Koronayê li herêma Cizîrê re, xebatên komîteyê û gerên li nava sûkan zêdetir bûn û wiha got: “Komîteya Zimhêrê heta astekê nirxê madeyan kontrol kir. Nêzî 3 hezar ton ard, 305 cereyên gazê hatin desteserkirin û nêzî 7 hezar ton madeyên dembihurî jî hatin şewitandin."

Komîteya Zimhêrê ya herêma Cizîrê sala par, tev li sazûmaniya Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê bû, ku tê de nêzî 185 endam û 16 komîteyên zimhêrê hene.

PROJEYÊN KU TÊN LÊKOLÎNKIRIN

Leyman Hesen diyar kir ku projeyên ku dê îsal pêk werin ew in ku 3 bajarên pêşesaziyê li Hessekê, Qamişlo û navçeya Dêrikê werin avakirin, da ku werin birêxistinkirin û li cihekî bin, her wiha dê 6 firinên din, werin avakirin, 2 ji wan li bajarê Hesekê û 4 jî li Qamişlo. Dê aş bi armanca zêdekirina ard werin sererastkirin, kargehên çêkirina hevîrtiş werin avakirin, kargeha guvaştina zeytê ku par hatibû avakirin were aktîkirin û saziyên mizexêran werin avakirin.

Leyman Hesen wiha gotina xwe berdewam kir: "Projeyên ku par pêk nehatine, dê îsal pêk bên, ji wan avakirina kargeha semad, li gel herêmê projeya mala mirîşkan dê were avakirin, ji bo zêdekirina mast û goşt dê cihê çêlan were avakirin, li gorî derfetan dê kargeha pîşeya veguherînê ku xwe dispêre qada çandiniyê were vekirin. em ê piştgiriyê bidin qada pêşesaziyê û dê qanûna parastina berhemdaran were danîn. Em ê piştgiriyê bidin kooperatîfên ku bi hezaran karker lê kar dikin, nexasim kooperatîfên çandiniyê û xwedîkirina pez ku par zêde bi pêş ketibûn."

PIŞTGIRIYA KOOPERATÎFAN

Lîman diyar kir ku ji bo avakirina hişmendiya karê kolektîf û piştgiriya kooperatîfan, Desteya Aborî û Çandiniyê pêgavên baş avêtin û wiha got: “Sala par, kooperatîfan ji bo guhartina hişmendiya civakê gavên baş avêtin û di hemû aliyan de pêşketineke ber bi çav pêk hat.”

Lîman her wiha piştrast kir ku sala par wan ji sedî 50 rewşa aboriyê baş kir, piştgiriya aliyê çandiniyê kir û birêxistin kir, her wih ji sedî 80 şewat kontorl kir û daxuyand ku projeyên aboriyê ku sala par li herêma Cizîrê hatine pêşxistin, bi rêjeya ji sedî 30 encamên baş bi xwe re anîn.

Di 2019`an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji zêdetirî 435 hezar û 500 donim zeviyên çandiniyê hatibûn şewitandin û 14 sivîl û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên agirkujiyê di dema vemirandina şewatê de, şehîd bûbûn.

ꞌBI HEVGIRTINÊ EM Ê ABORIYÊ BI PÊŞ BIXINꞌ

Lîman Hesen di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku îsal dê bi hemû derfetên xwe aboriya herêmê bi pêş bixin, çi di qada çandiniyê de be, çi jî li ser asta pîşesaziyê û bazirganiyê be. Her wiha bang li gel kir ku bi wan re alîkar bin û bi taybetî girêdayî xebatên zimhêrê û wiha got: “Bi hevkariya şêniyên herêmê bi me re, em ê karibin rewşa aboriyê û çandiniyê baş bikin.”

(fr-eh)

ANHA