Partî û rêxistinên navneteweyî: PDK xiyanetê dike

Rêxistinên navneteweyî nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re dan û diyar kirin ku PDK xwe ji bo şerekî li dijî PKK`ê amade dike, ew amadekarî jî nîşaneya îxaneta PDK`ê a li dijî azadiya gelê Kurd e.

Partî û rêxistinên navneteweyî: PDK xiyanetê dike
8 ÇILE, 2021   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek rêxistinên navneteweyî bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûn nîşanî kiryarên PDK'ê dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi mehan e partiya li Başûrê Kurdistanê desthilatdar e PDK (Partiya Barzanî) bi behaneyên durû xwe ji bo şerekî li dijî PKK'ê amade dike. Eşkere ye ku PDK bi îftira û provokasyonên leşkerî, bi hevkariya bi rêxistina îstîxbaratê ya Tirkiyê MÎT'ê re ji bo dewleta Tirk a faşîst amadekariya bingeha şerekî dagirkeriyê yê li dijî tevgera azadiyê ya Kurd dike. Bicihkirina hêzên leşkerî ji bo dorpêçkirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û qutkirina pêwendiyên bi derve re ne".

'PDK ÎSTÎXBARATÊ DIDE TIRKIYEYÊ'

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "PDK'ê li 'Deriyê Qendîlê' ya li herêma Zînî Wertê yekîneyên leşkerî bi cih kirin û hîşt ku hêzên hewayî yên Tirk bombeyan li çeperên gerîla yên li herêmê bibarînin. Hêzên taybet ên PDK'ê bi çekên giran qada gerîla Garê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dorpêç kirin. Bi vê yekê re, artêşa Tirk li herêmên stratejîk Heftanîn, Bradost, Xinêre, Goşînê û Helgurtê dest bi êrişê kir. Êrişên bêdawî yên Hêzên Hewayî yên Tirkiyê nîşan dide ku PDK îstîbarateke ku yekser agahiyan dide Tirkiyeyê.

Tevî vê yekê, hikumeta Iraqê û PDK ji Cotmehê ve ji bo li ser herêma Êzidiyan a xweser a Şengalê serwer bin û hêzên xweparastinê belav bikin, gavên şênber diavêjin.

Ev hemû mînak, çarçoveya berfireh a amadekariyên şer nîşan didin ku di nava koalîsyonekê de bi erêkirina hin hêzên li dijî şoreşê tê meşandin. Dewleta Tirk ji bo tunekirina PKK'ê, ji bo şikandina îradeya azadiyê ya gelê Kurd, bi hemû hêza xwe êrişî destketiyên gelê Kurd bi taybetî jî jinan dike. Hêza emperyalîst DYE ku di 6'ê Mijdara 2018'an de bi banga girtina kadroyên pêşeng ên PKK'ê ya di berdêla xelatdayinê de, dijminatiya xwe ya li PKK'ê nû kir û bi vî rengî piştgiriyê dide her cûre planên ji bo lewazkirina Tevgera Azadiyê ya Kurd. Dewletên mêtinger ên li herêmê jî destekê didin êrişa li dijî PKK'ê, ku PKK yek ji dînamîkên herî girîng ên antîemperyalîst e û ji bo rêveberên emperyalîst weke gefekê tê dîtin. Lewma êrişên li Başûrê Kurdistanê yên li ser PKK'ê, ji bo têkoşîna azadiyê ya li herêmê metirsiyeke mezin e.

PDK a ku li ber hewldanên yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd radibe û bangên ji bo aramiyê jinedîtî ve tê, bi hevkariya xayin a bi dewleta Tirk a faşîst re şerekî navxweyî yê Kurdan sor dike ku dikare li her devera Kurdistanê belav bibe. PDK xiyanetê li daxwazên gelê Kurd ên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û azadiyê dike.

Divê ev plan bê têkbirin û piştgiriya navneteweyî ya bi gelê Kurd re bê birêxistinkirin.

Em bang li PDK'ê dikin ku tavilê amadekariya hevkariya bi dewleta Tirk a faşîst re bîne, dawî li amadekariya şer bîne!"

Li dijî her cûre êrişên li ser şervanên azadiyê û gelê Kurd ên li her devera Kurdistanê em bang li mirovên azadîparêz ên li cîhanê dikin ku bikevin nava liv û tevgerê!"

Sazî û rêxistinên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê ev in:

"PCPCI   Partiya Komunîst Proleter a Peravên Diranê Fîlan

MMLPL   Xeta Marksîst Lenînîst Prolter, Fas

CPSA (ML)   Partiya Komunîst a Başûrê Efrîkayê (Marksist-Leninist)

PCT   Partiya Komunîst a Togo

PPDS   Partiya Sosyalîst Demokratîk Welatparêz, Tûnis

MLOA   Rêxistina Marksîst-Lenînîst a Efganistanê

CPB   Partiya Komunîst a Bangladeşê

CPI (ML) Red Star  Partiya Komunîst a Hindistanê (Marksist-Leninist) Stêrk a Sor

NCP (Mashal)  Partiya Komunîst a Nepalê (Maşal)

PPRF   Eniya Komarê ya Gelan a Welatparêz a Nepalê

NDMLP  Partiya Marksîst-Lenînîst Demokratîk a Nû, Srî Lanka

CPA/ML  Partiya Komunîst a Awûstrtalyayê (Marksist-Leninist)

БКП   Partiya Komunîst a Bûlgaristanê

БРП(к)  Partiya Karker a Bûlgaristanê (Komunist)

PR-ByH Partija Rada - Partiya Karker - Bosna Hersek

MLPD   Partiya Marksîst-Lenînîst a Elmanyayê

UCLyon  Yekîtiya Komunîstên Lyonê, Fransa

UPML   Yekîtiya proleter a Marksîst-Lenînîst, Fransa

KOL   Rêxistina Komunîst a Luksembûrgê

RM    Berbanga Sor, Hollanda

UMLP   Yekîtiya Marksîst-Lenînîst a Portekîzê

MLKP   Partiya Komunîst Marksîst Lenînîst Tirkiye / Kurdistan

KSRD    Konseya Koordînasyona Tevgera Çîna Karker, Ûkrayna

PR   Partiya Karker a Parîja Rada, Yûgoslavya (berê)

PCC-M   Partiya Komunîst a Kolombiyayê - Maoîst

NPCH (ML)   Partiya Komunîst a Nû ya Haîtî (Marksist-Leninist)

PCP (independiente)  Partiya Komunîst a Paragûayê (Serbixwe)

BDP   Bloka Gelparêz Demokratîk a Perû

PC (ML)   Partiya Komunîst a Komarê ya Domînîkê (Marksist-Leninist)

PCR-U   Partiya Komunîst Şoreşger a Ûrûgûayê

UPC-Yekîtiya Gelan a Kamerînê Manîdem - Manîfestoya Neteweyî ji bo Demokrasiyê."