Şêniyê di êrişa artêşa Tirk de birîndar bûye: Dema ku me karê xwe dikir, em topbaran kirin

Şêniyê bi navê Ehmed Mihemed El-Xidir ku di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Dirdara yê Til Temirê de birîndar bûbû, got dema ku karê xwe dikir, hatiye topbaran kirin û ji lingê xwe birîndar bûye.

Şêniyê di êrişa artêşa Tirk de birîndar bûye: Dema ku me karê xwe dikir, em topbaran kirin
8 ÇILE, 2021   14:03
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê gundê Dirdara yê li bakurê navçeya Til Temirê ku li ser rêya di navbera Til Temir û Zirganê de ye, topbaran kir. Di encamê de şêniyê bi nave Ehmed Mihemed El-Xidir birîndar bû û rakirin Nexwexaneya Şehîd Lêgerîn a li navçeyê.

El-Xidir destnîşan got dema artêşa Tirk a dagirker êrişî gund kiriye, wî karê xwe dikir û wiha domand: “Em li ser karê xwe bûn, ji nişka ve top mîna baranê bi ser me de barîn. Di encamê de ez ji lingê xwe birîndar bûm.”

El-Xidir diyar kir ku ew rakirine nexweşxaneyê û wiha pê de: “Beriya du rojan me hewl da em biçim gund, ji ber ku karê me lê heye. Lê ji ber topbaranê em neçûn û paşde zivirîn. Lê îro em çûn û rastî topbaranê hatin. Ji ber ku topbaran dijwar bû, em neçar man ku xwe bixuşikînin û ji herêmê derkevin.”

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên Dirdara û Mişêrfe yên Til Temirê topbaran dikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nFcDGpcjnI0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>