Jinên Minbicê: Leyla Guven dengê peyva azad e

Jinên li Minbicê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk li dijî jinan bi giştî û li dijî têkoşer Leyla Guven bi taybet şermezar kirin û gotin:" Leyla Guven dengê peyva azad e."

Jinên Minbicê: Leyla Guven dengê peyva azad e
28 kanûn, 2020   16:20
MINBIC

Meclisa Jinan a Minbic û Gundewarê wê bi daxuyaniyekê cezaya ku desthilata Tirk li dijî têkoşer Leyla Guven biriye, şermezar kir.

Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojî Yasmîn Qoço bi beşdariya nûnerên saziyan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Meclisa Jinan a Minbic û Gundewarê wê silav ji kesên ala azadiyê bilind kirine û bilind dikin re şandin û bi navê her jineke azad êrişên dewleta Tirk û sûcên li dijî jinan pêk tîne şermezar kirin.

Meclisê diyar kir ku sûcên ku dewleta Tirk ji qetilkirin, girtin û biçavkirin li dijî jinan pêk tîne, kîna wê ya li hemberî jina azad a ku parastina doza xwe, gel û xake xwe dike, nîşan dide.

Meclisa Jinan destnîşan kir ku ew dengên xwe tev li dengên azadî û berxwedanê dikin a ku tevahiya jinan ji bo Leyla Guven pê bang dikin û got: "Leyla Guven sembola jinên têkoşer e, ji lew ra rejîma Tirkiyê ji tevgera jinan û rêxistina wan ditirse."

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Jinan a Minbic û gundewarên wê got ku Leyla Guven çek ranekiribû, lê xwediya gotina azad e ya ku ji girtin û gefan natirese, lê têkoşîna Leyla Guven heta di hundirê girtîgehê de jî berdewam dike.

Di dawiyê de jinan sloganên"Na ji sûcên desthilata Tirk re û bijî berxwedana jina azad" berz kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Jbblix3kJ4c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>