TEV-DEM’ê cejnên Noel û sersalê peyamekê pîroz kir

TEV-DEM’ê hatina cejnên Noelê li Xiristiyan û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û hêvî kir ku di sala bê de li tevahî Sûriyê aşitî belav bibe.

TEV-DEM’ê cejnên Noel û sersalê peyamekê pîroz kir
25 kanûn, 2020   06:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya cejnên Noelê û sersalê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) peyamek pîrozbahiyê da û wiha tê de hate gotin:

"Bi boneya cejnên Noelê û sersalê û ji ber ku ev rojên jidayîkbûna Mesîh a hz. Îsa (pêxemberê hezkirin û bexşînê) ye vê cejnê li birayên xwe yên Xiristiyan, tevahî etnîk û mezhebên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhanê, pîroz dikin. Em hêvîdar in ev cejn bibe derfetek ji bo geşkirina biratiya gelan û pêşketina diyalogê di navbera tevahî gelan de, her wiha bibe têkbirina hemû hewldanên ku tevliheviyê di navbera gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dikin armanc.

Careke din bi hatina rojên pîroz vê cejnê li birayên Xiristiyan pîroz dikin û hêvîdar in aştIî li herêmên me û tevahî Sûriyê bi sala nû re, pêk bê."

(fr)

ANHA