Bêrîvan Hesen: Felsefeya rêbertî rastiya sîstemên faşîst eşkere kir

Hevseroka Nivîsgeha PYD'ê ya herêma Firatê Bêrîvan Hesen got ku felsefeya rêber Abdullah Ocalan rastiya sîstemên faşîst ji gelê herêmê re eşkere kir û destnîşan kir armanca tecrîdkirinê ew e rê li ber derketina fikirên nû yên rêbertî qut bikin.

Bêrîvan Hesen: Felsefeya rêbertî rastiya sîstemên faşîst eşkere kir
25 kanûn, 2020   03:59
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rabazên şerê ramanê rêber Abdullah Ocalan dike, nîşana herî berçav ferzkirina tecrîda di girtîgeha greva Îmraliyê de ye. Dewleta Tirk rê nade parêzer û malbatê ku bi rêbertî re bicivin. Di vê der barê de çavdêr dibêjin ku sedema rênedanê ew e ku Tirkiye ditirse ku fikirên nû yên rêber Abdullah Ocalan derkevin holê û gelê Kurd jî ji xwe re bingeh bigirin.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyeke xwe de dibêje ku "Heke rojekê ji rojan ji were pirsîn; tu dixwazî li ku bijî? Dê bibêje li gundê xwe û li ser çiyayê Cûdî û li derdora çiyayê Cîlo û gola Wanê û li ser ava Firatê." Lê di rastiyê de felsefeya rêbertî axaftina wî û sînorên çem, çiya û gir derbas kirin, êdî fikira rêbertî bûye navnîşana xelasiya gelê bindest, ji lewra rejîma Tirk di girtîgeha Îmraliyê de tecrîd ferz kiriye.

Têkildarî felsefeya rêber Abdullah Ocalan û tecîrda ku dewleta Tirk li ser ferz kiriye, Hevseroka PYD`ê şaxê herêma Firatê Bêrîvan Hesen axivî.

Bêrîvan Hesen got:"Felsefeya ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, encamên nirxandinên wê yên kûr ên li ser qanûnên dewletê ne, ku bi rêya wan  qanûnan gelan hikum dikin. Rêbertî di wan nirxandinan de dîtin ku dewlet nikarin hemû pirsgirêkên gel çareser bike, ji ber ku tenê hin aliyan razî dike, ji lewra rêbertî ev felsefe pêşniyar kir. Felsefeya rêber Abdullah Ocalan li dijî qanûnên antîdemokratîk e. Ji ber vê yekê komployek navneteweyî li dijî wî hate pêkanîn."

Bêrîvan Hesen destnîşan kir ku girîngtirîn fikira ku rêbertî pêşniyar kiriye dîtina çareseriyê ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re ye û wiha pê de çû: "Bi rêya projeya biratiya gelan pêkhateyên herêmê ku maf û çanda wan hatibûn çewisandin rizgar kirin. Bi saya fikira rêbertî pêkhate li ser bingeha jiyana aştiyane tev li qadan bûn, jin bûn xwedî rol û tev li qadan bûn."

Endama Desteya Rêveber a PYD`ê Bêrîvan Hesen wiha axaftina xwe dewam kir: "Fikira rêbertî li herêma Rojhilata Navîn xwedî bandor e, ji hemû gelê herêmê re rastiya sîstemên hakim derxist holê, her wiha perspektîfên rêbertî bandoreke baş li gel kir, ji lewma dewleteke Tirk a dagirker tecrîd li ser rêbertî ferz kir, rê neda malbatê û parêzer ku pê re bicivin ji ber ku ditirse fikireke nû derkeve holê û ev jî planên Tirkiyê yên li herêmê astang bike."

Bêrîvan Hesen destnîşan kir ku hin caran felsefeya rêbertî şaş tê şîrovekirin û got: "Divê em xwe perwerde bikin da ku xwe bi pêş bixînin. Rêbertî her tim banga xweperwerdekirinê dike, da ku tu kes li gorî xwe şîrove neke û di encamê de derfetê bide dijmin ku ji van şaştiyan sûdê negire. Di heman demê de divê gelên herêmê xwe li ser bingeha fikira rêber Abdullah Ocalan perwerde bikin, ji ber ku fikira wî rêya xelasiya ji sîstemên ku hukim li wan dike, divê gel dengên xwe bigihînin rêxistinên mafên mirovan da ku tecrîdê rakin."

Di dawiyê de Hevseroka PYD`ê şaxê herêma Firatê Bêrîvan Hesen bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û tecrîdê li ser Ocalan rakin. Bêrîvan da zanîn ku bêdengiya civaka navneteweyî derfetê dide dewleta Tirk ku mafên mirovan binpê bike û tecrîdê girantir bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/b4mKX4LaTXo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>