​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Tevgera Tirkiyê bi koordîneya hikumeta Şamê û Rûsyayê pêk tên

Şêniyên Zirganê ji bûyerên li eniyên bi ser herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine ve û bêdengiya hêzên Rûsyayê û hikumeta Şamê bi fikar in.

​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Tevgera Tirkiyê bi koordîneya hikumeta Şamê û Rûsyayê pêk tên
25 kanûn, 2020   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine, tevger û sewqiyetên xwe yên leşkerî li seranserî eniyên şer, ji navçeya Eyn Îsayê heta bi navçeya Zirganê ya rojhilatê Serêkaniyê ya dagirkirî, zêde kirin.

Navçeya Zirganê ji herêmên ku QSD’ê piştî peymana Rûsya û Tirkiyê ya 22’yê Cotmeha 2019’an vekişîne ye. Naveroka peymanê 10 bend bûn, jê QSD’ê heta kûrahiya 30 km ji sînorê Tirkiyê-Sûriyê vekişe, agirbest, pêkanîna dewriyeyên tirkî-rûsî yên hevbeş bi kûrahiya 10 km li seranserî sînor û belavkirina hêzên hikumeta Şamê li sînor û eniyên şer e.

Dewleta Tirk a dagirker peymana ku îmze kiriye, paşguh dike. Ji wê zêdetir jî rewşa awarte ya nîştimanî ya girêdayî rewşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta salekê paşguh dike. Ev rewşa awarte, Serokê Amerîkayê Donlad Trump bi rêya daxuyaniya 8’ê Comteha 2020’an dema wê heta salekê dirêj kir û berpirsê xeteriya li ser sivîlan hilgirt ser dewleta Tirk.

Çavdêran eşkere kirin ku tevger û sewqiyetên artêşa Tirk a dagirker ên li herêmê, piştî wergirtina şewqa kesk ji garantorê Rûsyayê li herêmê, pêk hat. Mîna çawa Rûsya li Efrîna dagirkirî di 2018’an de kiriye. Çavdêran piştrast kir ku nîşane jî bêdengiya wê ya heta niha li ser êrişên deweta Tirk ên li dijî navçeya Ey Îsayê ye.

72 gund girêdayî navçeya Zirganê ne, tê de Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Ermen dijîn.

Zirgan 30 km dikeve rojhilatê Serêkaniyê, 20 km dûrî Til Temirê û ji aliyê rojava ve, 70 km dûrî Dirbêsiyê ye.

Meclisa bajarok, şaredarî, saziyên xizmetguzarî yên navçeyê, di gel êrişên dewlet a dagirker li ser herêmê ji 9’ê Cotmeha 2019’an û heta niha ve, bi rê ve dibin.

Li navenda navçeyê û gundewarên girêdayî wê, 81 dibistan hene, jê 5 dibistan li navenda navçeyê ye, tenê 2 vekirî ne. Di dibistanan de perwerde bi zimanên kurdî û erebî bi rê ve diçe. Lê her du dibistanên dîtir jî ji ber êrişên dewleta Tirk ên bênavber hatin girtin.

Ji eslê 81 dibistanan, 29 dibistan di nava herêmên dagirkirî de ne, 11 dibistanên dîtir jî li eniyên şer in. Bi wê re 5 hezar û 772 xwendekar ji eslê 8 hezar û 561 xwendekar ji xwendinê hatin mehrûmkirin.

Ji dema êrişên par û heta niha de, hejmareke sivîl jiyana xwe ji dest da, jê jî zarok hene, hin jî birîndar bûn, hejmareke din jî koçberî kampa Waşûkanî bûn.

Êrişên dewleta Tirk ên dawîn ên li dijî Eyn Îsayê hatin şopandin, her wiha tevger û sewqiyetên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji çekên giran û bicihbûna li gundewarên li eniyên şer ên di navbera Til Temir û Zirganê de jî hatin şopandin.

 ‘SEWQIYETÊN TIRK, BI WERGIRTINA ŞEWQA KESK A RÛSYA Û HEVKARIYA BI HÊZÊN HIKUMETA ŞAMÊ RE YE’

Şêniyê bi navê Mihemed Heyawî yê ji gundê Mişêrfa yê girêdayî navçeya Zirganê ya li eniya şer a bi ser dewleta Tirk a dagirker ve, wiha got: "Tevî ku gundên me li eniyên şer in, lê tê de sivîl hene û koçber nebûne. Em ji tiştî natirsin û dê di mala xwe de û li ser xaka xwe bimînin."

Heyawî wiha domand: "QSD’ê parastina navçeya Eyn Îsayê û sivîlan li hemberî êrişên dewleta Tirk dike. Lê belê li vir hêzên hikumeta Şamê jî hene û bersivê tu êrişekê jî nadin."

Şêniyê bi navê Hisên Îsa yê ji navenda navçeya Zirganê ji bêaramiya li herêmê metirsîdar e û wiha pê de çû: "Ji ber nearamiya ewlehî ya bi sedema topbaranên bênavber û şerê tabyet a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, rewş kirêt e. Li gel wê jî sewqiyet û tevgerên leşkerî yên li nêzî navçeyê zêde ne. Ew tevahî bi wergirtina şewqa kesk ji Rûsya û hevkariya bi hikumeta Şamê re ye."

Îsa destnîşan kir ku tevî gurbûna êrişên leşkerî, lê meclisa navçeyê xizmetguzariyan li gorî derfetên xwe pêşkêşî sivîlan dike, lê belê di navendên tenduristiyê de derman kêm in.

Îsa diyar kir ku armanca çeteyan ji topbarana bi moşekan û bombeyên şewqê, tirsandina sivîlan û koçberkirina wan e û wiha berdewam kir: "Li gorî peymana ku hatiye îmzekirin, divê dewleta Tirk 6 km dûrî eniyên şer be. Lê belê niha tenê kîlometreyekê ji navenda navçeyê ve dûr e. Bi wê re dewleta Tirk li gorî peymanê tev nagere. Ji ber dixwaze plana xwe ya Osmanî pêk bîne, xaka me dagir bike û şêniyên resen neçarî koçberiyê bike."

 ‘JI SÛCÊN ÇETEYÊN DEWLETA TIRK METIRSÎDAR E’

Şêniya bi navê Nof Ubeyd wiha got: "Gelê Zirganê êdî kiriyarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker dizanin. Her wiha armanca wan a bingehîn tirsîna gel û koçberin e. Ew jî bi rêya avêtina guleyan û moşekan e. Ji lew re êdî tu kes ji mala xwe bi der nakeve."

Li gorî Nof Ubeyd, hêzên hikumeta Şamê yên li eniyên şerê nikarin parastina wan bikin û wiha axivî: "Hêzên hikumeta Şamê li gorî plana navneweteyî hatin herêmê û nikarin bersiva êrişeke dewleta Tirk a dagirker jî bidin."

Nof Ubeyd wiha piştrast kir: "Ne pêkan e ku mirov di bajarekî ku dewleta Tirk dagir kiribe, bijî û heta ku em mala min be. Bi taybet wek jin ez li ser xwe ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker ditirsim."

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk sûcên şer pêk tînin, jinan direvînin, tecawîz dikin û difiroşin. Sûcên li dijî herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tên, nîşaneya vê yekê ne.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1ewWx8Fd074" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>