Panorama 2020; gelên cîhanê di navbera bazarên siyasî û karesatên xwezayî û mirovî de

Di sala 2020'î de gelek bûyerên awarte rû dan, ji wan; karesatên xwezayî, mirovî û nexweşî, bûyerên kuştinê, peyman û bazarên di navbera dewletan de.

Panorama 2020; gelên cîhanê di navbera bazarên siyasî û karesatên xwezayî û mirovî de
25 kanûn, 2020   01:28
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA HEBÎB

Bûyera herî sereke ku di sala 2020'î de rû dabû, kuştina fermandarê Feyleq El-Quds a Îranê Qasim Suleymanî û aloziya ku piştî wê bû. Her wiha destwerdana Tirkiyê li Lîbya, Qerebaxê û lihevkirinên wê û Rûsyayê, dîsa jî aloziyên siyasî yên li Lubnan, Iraq û hilbijartinên Amerîkayê bûyerên girîng bûn ku di 2020'î de derketibûn pêş.

ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN; KUŞTINA SULEYMANÎ Û DERBASBÛNA TIRKIYÊ LI LÎBYAYÊ

2020 bi rageşiyekê li Iraqê dest pê kir. 1'ê Çileyê balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hemû çalakiyên xwe heya demekê rawestandin.

2'yê Çileyê, parlamentoya Tirkiyê daxwaza  serokkomarê Tirk a şandina hêzên leşkerî ji bo Lîbyayê da ku piştgiriya hikumeta Wîfaqê bike, erê kir. Li hemberî vê gavê bertek hatin nîşandan, di serî de Komkara Erebî ev yek wek "gurkirina aloziyê" bi nav kir. Serokê Amerîkayê Donald Trmup jî Erdogan ji xetereya destwerdana biyanî ya li Lîbyayê hişyar kir.

3'yê Çileyê, televîzyona fermî ya Iraqê ragihand ku cîgirê serokê desteya Heşid Şabî Ebû Mihedî El-Muhendis û fermandarê Feyleq El-Quds a Îranê Qasim Suleymanî li nêzî balafirgeha Bexdayê di êrişekê li dijî erebeyan wan de hatin kuştin. Lîderê olî yên Îranê Elî Xaminî soza tohildana Suleymanî da. Li aliyekî din seroka parlamentoya Amerîkayê Nancy Pelosi fikara xwe ya ji ber zêdebûna aloziyê anî ziman û bang li rêvebiriya Amerîkayê kir ku tavilî bi Kongreyê re rewşê agahdar bike.

4'ê Çileyê, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê kêmkirina operasyonên xwe yên li Iraqê "bi sedemên ewlehiyê" ragihand. Ev yek li ser zimanê rayedarekî Amerîkayê pêk hat. Berdevkê NATO'yê ragihand ku NATO'yê mîsyona perwerdeyê ya li Iraqê piştî kuştina Qasim Suleymanî rawestand.

5'ê Çileyê, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan destpêkirina tevgera artêşa Tirkiyê li Lîbyayê ragihand.

6'ê Çileyê, Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayî ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter ragihand ku derbasî bajarê Sertê bûye û serweriya xwe li hin herêmên girêdayî wê ragihand.

7'ê Çileyê, medyaya Iraqê ragihand ku li dijî baregeha Eyn El-Esed ya li barêzgeha Enbar ku hêzên amerîkî tê de hene, êrişek bi 6 moşekên balistîk hate kirin. Pasdarên Iraqê êriş girt ser xwe û wekî tohildana ji kuştina Suleymanî bi nav kir. Rayedarekî amerîkî ev êriş piştrast kir.

8'ê Çileyê, Ajansa Nûçeyan a Fars a Îranê ragihand ku firokeyeke rêwiyan a bi tîpa Boeing-737 a girêdayî keştiyên asîmanî ya  navneteweyî ya Ukraynayê ye ket xwarê. Piştî çend saetan televîzyona Îranê ragihand ku her 180 rêwî û karmendên balafira Ukraynayê hatine kuştin.

BAZARÊN RÛSYA – TIRKIYÊ

8'ê Çileyê, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi fermî boriya gazê ya "Stream Turkish" ji Stenbolê vekir. Li gorî Wezareta Derve ya Rûsya, her du alîyan li ser agirbesta li Lîbyayê li hev kir.

9'ê Çileyê, Parlamentoya Amerîkayê pêşnûmaya qanûnî ya ku Donald Trump ji bo şerekî leşkerî bi Îranê re bike sînor dike, pejirand.

10'ê Çileyê Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku Enqere û Moskovê li ser agirbestê li Idlibê li hev kir ku roja yekşemê 12'ê Çileyê dest pê bike.

11'Çileyê, Îranê ragihand ku balafira Ukraynayê bi sedema "şaşiyeke mirovî ya ne bi zanebûn" û bi sedema gefên Amerîkayê yên pêkanîna derbeyan li dijî 52 nuqteyên Îranê ket xwarê.

PANDEMIYA KUJER

11'ê Çileyê bûyera yekemîn a wefatê ji ber vîrusa koronayê (Covid-19)

 li bajarê Wuhan ê Çînê hate ragihandin.

12'ê Çileyê, serokê parlamentoya Lîbyayê Aqîla Salih ragihand ku serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac rê li pêşiya Tirkiyê vekir da ku Lîbyayê veguherîne wîlayeteke Osmanî.

13'ê Çileyê, civîneke sêalî ya Sûrî, Rûsî û Tirkî li Moskovê pêk hat.

14'ê Çileyê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku kesên tundraw ji Sûriyê ji bo Lîbyayê têne veguhastin.

Fransa, Bîrtanya û Almanya ragihand ku wan mekanîzmaya çareserkirina nakokiyan a li gorî peymana nukleerê ya bi Îranê re hatiye diyarkirin, çalak kiriye.

18'ê Çileyê, Yekitiya Ewropayê kêmkirina alîkariyên ji bo Tirkiyê ragihand û kiryarên Tirkiyê yên li herêmê wekî sedema vê yekê nîşan da.

Li gelek herêmên Lubnanê bi dirûşma "Em berdêlê nadin" xwepêşandanan dest pê kir. Serokkomarê Lubnanê Mişel Ewn ji artêş û rayedarên ewlehiyê xwest ku rewşa li Beyrûtê aram bikin.

19'ê Çileyê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got, tevî fişarên derve, Rûsya û Tirkiyê peymana girêdayî pergala parastina asîmanî ya moşekên Rûsyayê S-400’î, temam kir. Ew fişar jî îşaret bi redkirina Washingtonê ya girêbestê, gefên derengxistin an jî betalkirina firotina balafirên F-35 ji Enqereyê re dike.

YE’yê dewleta Tirk li ser vekolînên nerewa yên petrolê li rojhilata Deryaya Spî, bi taybet li ava Qibrisê hişyar kir. Ew hişyarî jî beriya destpêkirina kongreya naveteweyî ya li Barlinê ya pêkanîna aştiyê li Lîbyayê, pêk hat.

20’ê Çileyê, serokatiya Tunisê ragihand ku serok Qeys Seîd, Ilyas Fexax bi avakirina hikumeta nû erkdar kiriye.

21’yê Çileyê, serokatiya Lubnanê ragihand ku Mîşel Ewn merasîma avakirina hikumeta nû ya serokatiya Hesan Diyab îmze kiriye.

23’yê Çileyê, WHO’yê ji civaka navneteweyî xwest ku li hember pêşketina muhtemel a vîrusa Koronayê ku bibe pandemî, xwe amade bike.

24’ê Çileyê, berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman ragihand ku di encama êrişên Îranê yên li baregehên Amerîkayê yên li Iraqê de, 34 leşkerên amerîkî birîndar bûn.

Ewropayê yekemîn kesê bi vîrusa koronayê ketiye, tomar kir.

26’ê Çileyê, NY’yê eşkere kir ku balafirên barhilgir ên çekan li balafirgehên Lîbyayê daketin.

Çînê ragihand ku vîrusa koronayê derbasî pêvajoya xeternak bûye.

PEYMANA SEDSALÊ

28’ê Çileyê, Trump “Peymana Sedsalê” ragihand, bi wê re jî gelek bertekên cihêreng derketin.

31’ê Çileyê, Brîtanya piştî 3 sal û nîvan ji referandumê bi fermî ji YE’yê der ket.

LI LUBNAN Û IRAQÊ XWEPÊŞANDAN Û AVAKIRINA HIKUMETAN

1’ê Sibatê, serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Mihemed Tewfîq ji bo serokwezîrê Iraq erkdar kir.

3’yê Sibatê, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku di encama topbaranên hêzên hikumeta Şamê li Idlibê de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin û 9 jî birîndar bûn, piştre jî şer li Idlibê gur bû.

Li Cinêvê, bi sponseriya NY’yê civînên komîteya leşkerî ya Lîbyayê ya hevbeş bi forma 5+5 dest pê kirin.

Nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku bi serokê Meclisa Serweriya Demkî ya Sûdanê Abdufetah Burhan re li Uganda civiya û li ser normalîzekirina têkiliyan li hev kirin.

5’ê Sibatê, Senatoya Amerîkayê serok Donald Trump ji du tawanên heqaretkirina li desthilatê û astengiya li xebata Kongresê beraat kir.

4 rayedarên amerîkî got DYA’yê bernameya nepenî ya hevkariya di aliyê istîxbarata leşkerî de bi dewleta Tirk re rawestand û destwerdana dewleta Tirk li ser Sûriyê sedema vê yekê nîşan da.

10’ê Sibatê, dewleta Tirk ragihand ku di encama êrişên artêşa Sûriyê de, 5 leşkerên Tirk hatine kuştin û 5 jî birîndar bûn.

25’ê Sibatê, serokkomarê Misirê yê berê Husnî Mubarek di 92 saliya xwe de mir.

26’ê Adarê, G20 di encamnameya xwe de piştrast kir ku dê bi hemû hêza xwe li hember pandemiya vîrusa koronayê bisekine.

29'ê Adarê, Hûsiyan ragihand ku ji destpêka şerê li Yemenê de mezintirîn êrişa leşkerî li dijî Erebistana Siûdî pêk aniye, piştre derbeyên Koalîsyon Erebî li dijî nuqteyên Hûsiyan pêk hatin.

31’ê Adarê, YE’yê li ser destpêkirina xebateke nû bi navê "IRENI" ji bo çavdêriya rêzgirtina ji biryara qedexekirina şandina çekan ji Lîbyayê re, erê kir.

25’ê Gulanê, Li Amerîkayê kesê bi navê George Floyd jiyana xwe ji dest da, ew jî bi pêlêkirina serbazê li ser stûyê wî bi dema 7 deqeyan heta mirinê. Ew kiryar bû sedema xwepêşandan û rewşa aloziyê ya li tevahî DYA’yê.

Koreya Bakur nivîsgeha peywendiyan a hevbeş a di navbera her du Koreyan li herêma Kaesong de, teqand.

4’ê Tîrmehê, li seranserê cîhanê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketibûn, 11 milyon derbas kir, jê zêdetirî 523 hezar kes miribûn.

10 Tîrmehê, dadgeha rêveberiya bilind a li Tirkiyê biryara berê ya Ayasofyayê bike muzexane, betal kir û ji nû ve vegerand mizgeftê. Bi wê re jî bertekên navneteweyî yên şermezarkirinê derketin.

13’ê Tîrmehê Parlamentoya Lîbyayê ya bi serokatiya Eqîle Salih ji Misirê xwest ku destwerdana leşkerî li Lîbyayê bike, da ku ewlehiya neteweyî ya lîbyayî û misirî ji xetereyên muhtemel biparêze.

14’ê Tîrmehê, nûnerê taybet ê Amerîkayê li Afganistanê Zelmay Xelîlzade daxuyand ku di encama lihevkirina tevgera Talîban û DYA’yê ya Sibatê de pêk hat de hêzên Amerîkayê ji 5 baregehên leşkerî yên li Afganistanê vekişîn. Ew jî.

19’ê Tîrmehê, di yekemîn erka erebî-îmaratî de ji bo keşfkirina Deryaya Sor, Mîsbara Emel ji navenda Tanegashima ya fezayî ya li Japonya dest pê kir.

21'ê Tîrmehê, Etiyopyayê ragihand ku merheleya yekemîn a dagirkirina depoya bendava Nehda bêyî lihevkirina bi Misir û Sûdanê re temam kir. Di heman demê de jî hikumeta Sûdanê keşf kir ku rêjeya ava Nîl bi rêjeya 90 milyon metrekap kêm bûye.

4’ê Tebaxê, teqîneke mezin li bendera Beyrûtê pêk hat, di encamê de zirarên mezin rû da û dengê teqînê li dewletên cîranê Lubnanê hat bihîstin, her wiha di encama teqînê de bi dehan kuştî û bi hezaran birîndar çêbûn.

10’ê Tebaxê, serokê hikumeta Lubnanê Hesan Diyab ji ber teqîna li bendera Beyrûtê û xwepêşandan, istîfa kir.

NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYAN

13’yê Îlonê, ji ber nakokiya di navbera Atîna û Enqereyê de, Yewnanistanê biryar da û peymanên mezin ên çekan îmze bike, da ku hêzên xwe yên leşkerî xurt bike.

15’ê Îlonê, li Koşka Spî ya li paytexta Amerîkayê Washingtonê û bi amadebûna Trump, Îsraîlê bi fermî du peymanên aştiyê bi Îmarat û Behreynê re îmze kirin.

16’ê Îlonê, Seroka Komseriya Ewropayê Ursula Von Der Leyen dewleta Tirk li ser tirsandina cîranên xwe di çarçoveya nakokiya li ser gaza Yewnanistanê li rojhilata Deryaya Spî de, hişyar kir.

22’yê Îlonê, dewletên foruma gaza rojhilata Deryaya Spî, li paytexta Misirê Qahîrayê de peymanek îmze kir.

26’ê Îlonê, serokê hikumeta Lubnanê yê erkdar Mistefa Edîb lêborîna xwe ji erkdariya avakirina hikumetê, xwest.

27’ê Îlonê, Wezreta Parastinê ya Ermenistanê, ragihand ku di şerê li herêma Qerebaxê ya bi sînorê Azerbaycanê re 16’ê leşker hatin kuştin û zêdetirî 100 leşkerên dîtir birîndar bûn. Hikumeta Ermenistanê bi biryarekê rewşa awarte li welat ragihand. Di heman demê de dewleta Tirk piştevaniya xwe ji Azerbaycanê re ragihand.

28’ê Îlonê, balyozê Ermenistanê yê li Rûsyayê Vardan Taghanyan eşkere kir ku çekdarên sûrî yên ku dewleta Tirk veguhastine Qerebaxê li rex Azerbacyanê beşdarî şer bûne.

-Dîwana Emîrê Kiwêtê ragihand ku emîrê welat Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah di 91 saliyê de, jiyana xwe ji dest da.

-2 rayedarên iraqî û 2 dîpomatên rojavayî gotin, Washingtonê amade ye dîplomatên xwe ji Iraqê vekişîne û Iraq hişyar kir ku belkî ew ê balyozxaneya xwe bigire. Bi wê re jî iraqî tirsîn ku welatê wan vegere qadeke şer.

3’yê Cotmehê, hikumeta Sûdanê bi gelek komên Sûdanê yên serhildêr re peymana aştiyê îmze kir. Armanc jî ew e ku salên dirêj ên şer li herêma Darfur, başûrê Kardofan û başûrê Nîlê bi dawî bikin.

LI FRANSAYÊ BÛYERÊN GERM Û BIDEN DI HILIBIJARTINÊN AMERÎKAYÊ DE BI SER DIKEVE

16’ê Cotmehê, polîsên Fransayê ragihand ku zilamek bi guleyan kuştiye, ji ber wî zilamî beriya çenda deqeyan mamosteyek li dibistaneke navîn a li kolaneke Parîs serjê kiriye. Her wiha çavkaniyekî polîsî got, wî mamosteyî ji xwendekaran re wêneyên karîkatorên pêxmeber Mihemed pêşkêş kirin.

23’yê Cotmehê, seroka şandeya NY’yê ya Lîbyayê Stephanie Williams ragihand ku endamên komîteya Lîbyayê ya leşkerî ya hevbeş bi rêya danûstandinên li Cinêvê agirbestek îmze kir û merasîma îmzekirinê li kongreya kişandina çekan a li navenda NY’yê ya li Cinêvê, pêk hat.

Di navbera Mexrib û Cebhet Polisariyo ya ku Rîbat bi "cudakariyê" bi nav dike, dîsa nakokî li dergeha Kerkerat a li ser sînorê Mexirb û Morîtanyayê de vegerîn.

29’ê Cotmehê, êrişeke li hundirê dêra Notre Dame ya bajarê Nice yê Fransayê de pêk hat, di encamê de 3 kuştî û gelek birîndar çêbûn. Bi wê re hin dezgehên çapemeniyê destnîşan kir ku êrişkar serê jinekê jê kir. Piştre polîsan ew girt û di girtinê de birîndar bû.

6’ê Mijdarê, Wezareta Xezîneya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê ceza li dijî siyasetmedarê lubnanî yê payebilind Cebraîl Basîl birîn.

7’ê Mijdarê, dezgehên çapemeniyê yên Amerîkayê ragihand ku bernamzetê Demokratparêz Jeo Biden di hilbijartinên Amerîkayê de bi ser ket.

RÛSYA NAVBEYNKARIYA PEYMANEKE "BIÊŞ" JI ERMENISTANÊ RE DIKE

10’ê Mijdarê, Ermenistan û Azerbêcanê bi navbeynkariya Rûsyayê agirbest li Qerebaxê ragihandin. Li gorî peymana agirbestê de, divê Ermenistan hin herêman radestî Azerbaycanê bike. Di heman demê de serokê Ermenistanê ew peyman bi peymaneke biêş wesif kir.

11’ê Mijdar, nûnera taybet a sekreterê giştî yê NY’yê ya piştevaniya Lîbyayê Stephanie Williams piştrast kir ku beşdarên diyaloga lîbyayî ya li Tunisê pêk hatiye, li ser pêkanîna hilbijartinên parlamento û serokatiya welat di dema ne zêdetirî 18 mehan de, li hev kir.

27’ê Mijdarê, Wezareta Parastinê ya Îranê piştrast kir ku zanyarê nukleerê Muhsin Fexrîzade li nêzî Tehranê hatiye kuştin.

(fr)

ANHA