HEH’ê têkildarî şewata Peymangeha Rîsala daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku şewata li Peymangeha Rîsala encama temasa kehrebeyê bû. Her wiha destnîşan kir ku nûçeyên dibêjin li Peymangeha Fêrkirinê ya Xelîl kiryarên xirabkirinê çêbûne, ne rast in.

HEH’ê têkildarî şewata Peymangeha Rîsala daxuyanî da
HEH’ê têkildarî şewata Peymangeha Rîsala daxuyanî da
HEH’ê têkildarî şewata Peymangeha Rîsala daxuyanî da
HEH’ê têkildarî şewata Peymangeha Rîsala daxuyanî da
HEH’ê têkildarî şewata Peymangeha Rîsala daxuyanî da
24 kanûn, 2020   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, der barê şewata li Peymangeha Fêrkirinê ya Rîsalayê ya li bajarê Qamişloyê û îdiayên têkildarî Peymangeha Xelîl a li Qamişloyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

Di du rojên derbasbûyî de gelek nûçe têkildarî şewat û kiryarên xirabkirinê li peymangehên Rîsala û Xelîl belav bûn û hin alîyan hev du tawanbar kirin ku li pey van bûyeran in.

Em Hêzên Ewlekariyê destnîşan dikin ku hêzên me bi derketina şewata li Peymangeha Rîsalê re, tavilê berî dan peymangehê û di vemirandina şewatê de bû alîkar. Her wiha lêpirsîn da destpêkirin. Di lêpirsînên destpêkê de û li gorî şahidên bûyerê, diyar bû ku şewat ji ber temasa kehrebeyê bû. Lêpirsîn hîna berdewam e, ta ku bigihêjin rastiyê û sedema vê şewatê nas bikin.

Têkildarî Peymangeha Xelîl jî, tu kiryarên xirabkirin an şewatê lê çênebûn, nûçeyên ku dibêjin şewat lê derketiye ne rast in.

Em teqez dikin ku hêzên me ji bo ewehiya şêniyan wê bi roj û bi şev bixebitin heya ku tevahî kiryarên ku ewlehî û aramiya herêmên me dikin hedef û hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyên gel de belav bikin, tune bikin."

ANHA