Hunermend Mihemed Elî Şakir wefat kir

Hunermendê Kurd Mihemed Elî Şakir di temenê xwe yê 74 salî de ji ber nexweşiya vîrusa koronayê jiyana xwe dest da.

Hunermend Mihemed Elî Şakir wefat kir
24 kanûn, 2020   18:34
QAMIŞLO

Hunermendê Kurd ê navdar û endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Mihemed Elî Şakir di temenê xwe yê 74 salî îro li bajarê Qamişloyê jiyana xwe ji dest da.

Şakir, sala 1946'an li navçeya Dirbêsiyê ji dayik bû. Piraniya jiyana xwe li Serêkaniyê borand. Piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê berî dide navçeya Amûdê.

Hunermend Mihemed Elî Şakir beşê Wêjeya Ingilîzî li Zanîngeha Helebê qedandiye, li gel wê wênesaz û xetkêş bû.

Şakir her wiha stranbêj û muzîkjen bû ku bi sedan stranên kurdî çêkirine û awaz kirine. Piraniya stranên wî ji aliyê hunermend Mehmûd Ezîz Şakir, Mihemed Şêxo û gelek hunermendên din ve hatine gotin. Li gel vê pirtûkeke mûzikê bi navê "60 helbest û saz" nivîsandiye.

(bb)

ANHA