Jinên ji Dêrazorê xwestin Erdogan were darizandin

Komîteya Jinan a Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsa û girtina hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kirin û banga darizandina hikumeta Erdogan kirin.

Jinên ji Dêrazorê xwestin Erdogan were darizandin
24 kanûn, 2020   17:58
DÊRAZOR

Bi dehan jinên herêma Dêrazorê, endamên Komîteya Jin a herêma Dêrazorê li pêşiya Mala Jin a herêma Dêrazorê kom bûn û bi daxuyaniyekê dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê û bêdengiya civaka navneteweyî hatin şermezarkirin û hate gotin: "Ma gelo xwîna gelê Sûriyê wisa erzan e, binpkirina rûmeta jinan wisa erzan bûye? Em in ên ku êş û azarên şer kişand, binpêkirinên dewleta Tirk ên li tevahî herêmên me bi tu awayanî qebûl nakin."

Di daxuyaniyekê hate destnîşankirin ku êrişên li ser Eyn Îsayê binpkirineke li dijî tevahî Sûriyê ye û wiha hate domandin: "An jiyaneke bi rûmet ji bo tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê an mirin. Em seferberiya giştî ragihînin û ji Erdogan re dibêjin ku em dayikên şervanan bin û jinên parêzvan bin, em rê nadin ku xwîna jin û zarokên me dîsa were rijandin."

Di berdewama daxuyaniyê de şehîd Hevrîn Xelef hat bibîranîn û soza şopandina xeta wê hate nûkirin "Her çendî demsal werin guhertin yasmîn her ew yasmîn e. Ji vir ji xaka Dêrazorê em soz didin Hevrîn ku em ê li ser xeta wê û xeta hemû jinên ku ji bo azadiya gelê xwe têkoşiyan bimeşin."

Jinan bal kişandin ser girtina Leyla Guven û hate destnîşankirin ku Leyla Guven çek hilnegirtiye, lê ji bo azadiyê gel û rêberê xwe tê dikoşe, cezayê 22 sal girtin zilm û dijminane ye.

Di daxuyaniyê de bang li NY, rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku doza Eyn Îsa û Bakurê Sûriyê di ber çavan re bigirin, Erdogan wekî sûcdarên şer darizînin û cezayên giran li dewleta Tirk a ku xaka Sûriyê dagir kiriye bibire.

Her wiha banga serbestberdana hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehên faşîzma Tirk û çeteyên wê hate kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de diruşmeyên "Bijî berxwedana jinan, bijî biratiya gelan, bijî berxwedana Leyla Guven" hatin berzkirin.

ANHA