'Girtina Leyla Guven nîşaneya tirsa AKP’ê ji têkoşîna jina azad e'

Rêxistinên jinan ên herêma Cizîrê diyar kir ku girtina Leyla Guven nîşaneya tirsa AKP’ê ji têkoşîna jina azad e û piştrast kir ku dê têkoşîna xwe li dijî faşîst Tirk bilind bikin.

'Girtina Leyla Guven nîşaneya tirsa AKP’ê ji têkoşîna jina azad e'
'Girtina Leyla Guven nîşaneya tirsa AKP’ê ji têkoşîna jina azad e'
'Girtina Leyla Guven nîşaneya tirsa AKP’ê ji têkoşîna jina azad e'
'Girtina Leyla Guven nîşaneya tirsa AKP’ê ji têkoşîna jina azad e'
'Girtina Leyla Guven nîşaneya tirsa AKP’ê ji têkoşîna jina azad e'
24 kanûn, 2020   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya bertekên li dijî girtina parlamenter Leyla Guven de, Kongreya Star û  rêxistinên jinan ên li bajarên herêma Cizîrê daxuyaniyek da.

HESEKÊ

Bi dehan endamên Kongreya Star li ber qada Meclisa Malbatên Şehîdana navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê kom bûn û bi bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî girtina Hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guvend dan. Endama Komîteya Perwerdeê ya Kongreya Star Robîn Emîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Beriya çend rojan dewleta Tirk hevseroka HDP’ê Lelya Guven girt û cezayê 22 sal û 3 meh lê birî. Leyla Guven sembola jina têkoşer û berxwedêr e.

Civaka ku tê de jina pêşeng û rêveber hebû, wê teqez bi ser keve. Îro jî Erdogan bi rêya girtina têkoşer Leyla Guven dixwaze vîna jina azad bişikîne. Mîna çawa Hevrîn Xelef şehîd xistin. Bi wê yekê nîşan dibe ku cihê jinê di siyasetê de tune ye. Jinan îro xwe bi rêxistin kiriye. Leyla Guven canê bê tirs û xof li beramberî mirinê hişt. Lê beriya çend rojan dewleta Tirk Leyla Guven girt. Bi wê re jî Leyla Guven bang li tevahî kir ku pêwîstî bi metirsiyê tune ye û bi cidî bixebitin. Ev jî tê wateya ku ew ê girtîgeha xwe vegerîne qadeke têkoşîn, azadî û edaletê.

Jin roleke pêşeng di tevahî aliyên siyasî, leşkerî, çandî û aborî de  lîst. Ji bo mirovahiyê jî jiyan û çanda resen afirand û bû sembola aştî û edaletê. Lê belê hêzên desthilat û kapîtal li pêş hêza afirîner a jinên sekinîn û hewl da bi hemû rêbazên hovane û planên qirêj ên derexlaqî vîna wê bişikîne.

Em Kongreya Star mîna Leya Guven gotiye, divê bi cidî bixebitin û piştgiriya berxwedana girtiyan ji çalakî, bangawaziyê bikin û bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku li piştgiriya Leyla Guven bikin û bang li rêxistinên jinan û hiqûqî dikin ku bê deng nemînin û banga edaletê bikin."

Daxuyanî bi rexnekirina bêdengiya navneteweyî û rêxistinên hiqûqî bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Girêdayî mijarê, jinên navçeya Tirbespiyê daxuyaniyek da, endama rêveber a Kongreya Star Buşra Mehmûd daxuyanî xwend û wiha got:

"Dewleta Tirk tenê bi girtina Leyla Guven û cezaya bi dema 22 salan nasekine, lê belê dê sûcên xwe yên li dijî siyasetmedarên li Bakurê Kurdistanê berdewam bike.

Em ê berxwedanê li dijî dewleta Tirk ji bo azadiya parlamenter Leyla Guven û tevahî girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de, bilind bikin."

DÊRIK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/udS2WfB7f2g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dehan endamên Kongreya Star a Dêrikê li pêş navenda xwe kom bûn. Endama Kongreyê Xaliya Elî daxuyanî xwend û wiha tê de hate gotin:

"Bi navê jina azad, em girtina têkoşer Leyla Guven şermezar û lanet dikin. Ev girtinên li dijî siyasetmedar û parlamenteran nîşaneya berdewama tecrîdê li dijî rêber Abdullah Ocalan e.

Em bang li rêxistinên navneteweyî û NY’yê dikin ku bi erkên li ser xwe rabin û sînorekî ji sûcên dewleta Tirk û girtinên bêserûber ên li dijî têkoşer û siyasetmedaran deynin."

QAMIŞLO

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Mirovan, Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê û Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê daxuyaniyeke hevbeş li pêş Dadgeha Edaleta Civakî ya Qamişlo da. Endama Meclisa Edaleta Jinan Nefose Hiso daxuyanî xwend û wiha tê de hate gotin:

"Hikumeta Tirkiyê bi rêya dadgehên xwe yên durûtî û neadel biryarek li dijî tevahî qanûn û mafan li dijî têkoşer Leyla Guven da. Hikumeta Tirk cezaya 22 sal û 3 meh mîna muebedê birî. Ew ceza jî bi tawana ku Leyla Guven tev li çalakî û tevgera sivîl ên demokratîk bûye, pêk hat. Bi wê re jî dewleta Tirk tevahî qanûn û mafên ji bo endamên parlamentoyê bin pê kirin.

Armanca hikumeta Tirk ji vê cezayê, çandina tires, tirsandina gelê Kurd, xeniqandina dengên azadî û demokrasî ye, bi taybet dengê jinan.

Em saziyên hiqûqî vê cezaya li dijî birêz Leyla Guven bi tundî şermezar dikin û bang li tevahî dengên bangawazên demokrasî, tevahî saziyên hiqûqî û mirovî dikin ku destwerdanê bikin, da ku Leyla Guven berdin û hikumeta Tirk li ser sûcên wê muhasebe bikin."

RÊXISTINA SARA

Têkildarî heman mijarê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan daxuyaniyek li pêş navenda xwe da. Berpirsa Nivîsgeha Qanûnî ya Rêxistina Sara Arzû Temo daxuyanî xwe û wiha tê de hate gotin:

"AKP’ê li dijî opozîsyonan siyaseta serdegirtin û girtinê dimeşîne û pêşeroja wan a siyasî û mirovî wêran dike. Girêdayî wê doszgeriya dewleta Tirk cezayekî bêserûber li dijî palamentera Kurd a berê Leyla Guvenê cezayê 22 salan birî. Lê beriya wê jî bi tawana tevlêbûna li komên terorî, di Hezîranê de ji erka parlamentoyê hatiye bidûrxistin. Her wiha dewleta Tirk bi dehan hevşaredar û berpirsên HDP’ê par girtin û hê jî bi heman bihaneyê girtinê berdewam dike.

Em Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi hemû şêweyan sûcên bêserûber ên li dijî têkoşer Leyla Guven şermezar dikin û soz didin ku em dest girêdayî namînin û dê li rex her jinekê ku şer dike bisekinin.

Em bang li tevahî rêxistinên jin, hiqûqî û mirovî dikin ku vê dozê rakin dadgeha navneteweyî ya bilind da ku dewleta Tirk li ser van biryarên li dijî tevahî qanûn û mîsaqên navnetweeyî bi taybet peymana Stenbolê, muhasebe bikin."

(fr)

ANHA