Ji ber ku navê kurê wê ‘Zûlfeqar’ e çeteyên Tirk dest danî ser mala wê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê siyaseta pêkanîna şerê mezhebî pêk tînin. Di vê çarçoveyê de mala şêniyekê bi sedema ku navê kurê wê Zûlfeqar e, desteser kir. Çeteyan got ev sedem têrê dike ku mala wê desteser bikin, bi hinceta ku ew şîe ye.

Ji ber ku navê kurê wê ‘Zûlfeqar’ e çeteyên Tirk dest danî ser mala wê
21 kanûn, 2020   08:47
HELEB

Şêniya bi navê Emîne Seydo (50) li Efrîna dagirkirî ma, ji ber ku hevjînê wê nexweş bû û nekarî ji Efrînê derkeve. Lê piştî mirina hevjînê wê, ji Efrîna dagirkirî derket û niha li beşa taxa Şêxmeqsûd a Helebê rûniştiye.

Emîne Seydo destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker nehişt ew derbasî mala xwe ya li navçeya Cindirêsê bibe, ew jî bi bihaneya ku şîe ye û wiha got: "Heta 4 mehan bi tenê li mala birayê xwe ya li Efrînê mam û min ji çeteyan re got ez ne şîe me, ez Kurdeke ji Efrînê me."

/kr/uploads/files/2020/12/21/084922_075151_amynh-sydw.webp

Der barê sedema tawanbariyê de Emîne Seydo ev tişt got: "Ji ber ku navê kurê min Zûlfeqar e, ez tawanbar kirim û ji min pirsa çend malên şîe hene, kirin. Min got tu şîe li vir tune ne."

Emîne bi hewldana vegerandina mala xwe, pirî caran berê xwe da baregehên çeteyan, lê tu encam jê negirt. Piştî demekê, Emîne Seydo diçe mala xwe û wiha domand: "Ez bêyî agahiya çeteyan çûm mala xwe û tiştên di malê de, hatibûn dizîn."

 ‘REWŞEKE KAMBAX E’

Emîne Seydo îşaret bi berdewama sûcên li dijî şêniyên Efrînê kir, bi taybet li dijî ciwanan û da zanîn ku çete nahêlin şêniyên Efrînê mal û milkên xwe bi rê ve bibin û jê bixwin û wiha domand: "Her wiha pereyan bi rêya fîdye yan jî bi bihaneya bacan dixwazin. Rewşa Efrînê kambax e."

Emîne Seydo bi berdewamî got: "Dema çete ji şêniyan pirsa rewşa Efrînê dikin, şêniyan digot rewşa Efrînê di dema Rêveberiya Xweser de pir ewle bû. Em bi ewle radizan û şiyar dibûn. Lê belê niha bawerî tune ye, ji ber ku di nîvê şevê de bi ser malan de digirin."

Emîne Seydo li dawiyê eşkere kir ku dema çeteyan hewl dida mal û milkên wan desteser bikira, şênî li hember wan disekinîn û nedihiştin û wiha bi dawî kir: "Wan her tişt dizî û bi dagirkirina Efrînê hîn jî têr nebûne."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KwTeM2I3HGw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>