Çalakiya greva birçîbûnê di roja 25`an de didome

Greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan hatibû destpêkirin, di roja 25`an de bi koma 5`emîn didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 25`an de didome
21 kanûn, 2020   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN 

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ku di 27`ê Mijdarê ji aliyê gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve hatibû destpêkirin, di roja  25`an de bi koma 5`emîn berdewam dike.

Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya "Tevbigere" de ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan, li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê dirûşmên "Li zindanan berxwedan heye", "Bijî berxwedana li zindanan", "Tecrîdê têk bibe, faşîzmê parçe bike" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" nivîsandin.