Nivîskarekî misirî: Hilweşîna rejîma Tirkiyê mijara demê ye

Nivîskarê misirî Mistefa Berekat, diyar kir ku têkiliyên baş ên serokkomarê Tirk Recep Teyyîp Erdogan û DYA`yê di pratîkê de bi dawî bûne û destnîşan kir ku rejîma Erdogan ji hundir ve têk diçe û hilweşandina wê tenê mijara demê ye.

Nivîskarekî misirî: Hilweşîna rejîma Tirkiyê mijara demê ye
21 kanûn, 2020   05:12
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Li gorî wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihandibû ku DYA`yê di 14`ê Kanûnê de ceza li "Rêveberiya çêkerên balafiran" birî. Ev rêveberî ajanseke girêdayî hikumeta Tirkiyê ye û ji bo kirîna çekan hatiye erkedarkirin. DYA'yê, kirîna Enqere çekên S-400 yên rûsî wekî sedema van cezayan nîşan da.

Têkildarî mijarê, nivîskarê misirî û pisporê têkiliyên navneteweyî Mistefa Berekat ji ANHA'yê re diyar kir ku têkiliyên baş ên di navbera rejîma serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan û DYA`yê de di pratîkê de bi dawî bûne. Ev têkilî bi îmzekirina serokê berê yê Amerîkayê biryara birîna cezayan li Enqereyê re ji ber kirîna moşekên rûsî, bi dawî bûn.

Berekat anî ziman ku beriya ku Trump ji Koşka Spî derkeve, xwest ku rejîma Erdogan bêguneh derxîne û got: "Ceza li Enqereyê birî da ku nehêle serokê hilbijartî Joe Biden bi tenê Enqereyê ceza bike, ku gefan li berejewendiyên Amerîkayê li herêmê dixwe, her wiha da ku qanûna têkoşîna li dijî dijminên Amerîkayê bi kar bîne.”

Nivîskarê misirî destnîşan kir ku”Cezayên Amerîkayê li dijî rejîma Tirkiyê dê vê carê giran bin, dê rejîma AKP`ê ya desthilatdar têxe nava arîşeyeke aborî û siyasî ku dê karibin rejîma Erdogan hilweşînin ku jixwe ji hundir ve têk çûye û gelek kesên di hikumetê de ji kiryarên Erdogan ê desthilatdar ne razî ne.”

Berekat wiha axaftina xwe dewam kir: “Di rojên pêş de dê rewşa rejîma Erdogan ne hêsan be, ji ber ku serok Joe Biden got ku ew ê bi rêya sendoqên hilbijartinan Erdogan ji hikumê bixe.”

Nivîskarê misirî Mistefa Berekat di dawiya axaftina xwe de got divê ew daxuyaniya serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama ji bîr nekin, ku gotibû min bawerî da Erdgoan lê ew ne bi qasî wê baweriyê bû. Ev nêrîn berovajî nêrîna Demokratan ên li dijî rejîma Erdogan in ku dixwazin dorê li Erdogan teng bikin û li ser kiryarên wî li Sûriye, Lîbya û li rojhilatê Deryaya Spî wî ceza bikin.

(eh)