Biradost Mîtanî: Êrişên PDK`ê yên li dijî HPG`ê xizmeta doza kurdî nake

​​​​​​​Endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Biradost Mîtanî got ku êrişên PDK`ê yên li dijî HPG`ê zirarê digihîne gelê Kurd û xizmeta dijiminên doza kurdî dike.

Biradost Mîtanî: Êrişên PDK`ê yên li dijî HPG`ê xizmeta doza kurdî nake
18 kanûn, 2020   07:22
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Çekdarên PDK`ê di 13`ê vê mehê de êrişî nuqteyên Hêzên Parastina Gel (HPG) ên li herêma Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ya li Başûrê Kurdistanê kir û di encamê de 3 gerîlayên HPG`ê birîndar bûn.

Ev ne cara yekemîn e ku êriş çêdibin, lê beriya niha jî kiryarên şantajan pêk dihatin û hin rayedarên PDK`ê di serî de Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî daxuyaniyên dijminane dabûn.

Nêrîna PDK`ê û Fermandariyên di rêza yekemîn de ji doza kurdî re wekî nêrîna dewleta Tirk e ya ku dijminatiyê dike û siyaseta qirkirinê dide meşandin.

Têkildarî mijarê Dîrokzan û Endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Biradost Mîtanî, axivî û da zanîn ku ev êriş di çarçoveya planên lawazkirina têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de pêk hatiye. Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji bo azadiya Kurdistanê 40 hezar şehîd daye.

ꞌGEL JI VÊ ÊRIŞÊ TENGEZAR BÛꞌ

Mîtanî anî ziman ku êrişên dawîn ên pêşmergeyan ên li dijî nuqteyên HPG`ê ji bo tevahiya gelê Kurd zirar e, vîna gel dişikîne, ji ber hêzên leşkerî yên kurdî ji bo parastina xaka Kurdistanê hatine avakirin, ne ku ji bo şerê hev bikin hatine avakirin, lewra gel ji van êrişan aciz bûye û dixwazin ev hêz li dijî dagirkeran şer bikin.

ꞌDIVÊ ÇEK LI HEMBERÎ DIJMIN WERE RAKIRINꞌ

Biradost Mîtanî diyar kir ku nakokiyên di navbera partiyên siyasî yan jî di navbera hêzên leşkerî de divê bi rêya diyalogan werin çareserkirin û wiha dewam kir: "Cihê mixabiniyê ye ku em dibînin Kurd û Kurd şerê hev bikin, ji ber ew xwestekên dijminan bi cih tînin, lê di rastiya xwe de divê çek li dijî dijminan were bikaranîn ne ku em li  hemberî hev bidin xebitandin."

Biradost Mîtanî ev yek li gotina xwe zêde kir: "Rageşiya li Başûrê Kurdistanê xizmeta komployên dijmin dikin, nexasim artêşa Tirk û hêzên veşartî, ji ber vê divê Kurd parastina nirxên Kurdan bikin, ji ber ku şerê çekdarî dê zirarê bigihîne wan." 

Mîtanî bal kişand ser girîngiya yekitiya niştimanî û wiha pê de çû: "Di her wextî de yekitiya neteweyî pêwîst e, nexasim di vê qonaxa hestiyar de, ji ber gelê Kurdistanê yekitiyê ye, di vê der barê de bi rastî jî hin alî hene ji bo yekitiya gelê Kurd xebatê dikin û nakokiyên gelê li her çar parçeyên Kurdistanê deytînin aliyekî, ji ber nirx û armancên me yek in, lewma divê em parastina van nirxan bikin."

Di dawiyê de Biradost Mîtanî bang li hemû aliyan kir ku ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî li xwe vegerin û kar û xebatê bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KCLMtFqBVk4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>