Saziya Meteryalan nifşekî zana, têgihîştî û ji nîjadperestî û neteweperestiyê dûr diafirîne

Saziya Meteryalan a girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser hewl dide meteryalên li gorî pêşketina zanistî ku tê de nirxên resen ên gelên herêmê tên parastin, deyne. Her wiha hewl dide ku nifşekî zana û têgihîştî ku ji nijadperestî, netewperestî û ezezîtiyê dûr, biafirîne.

Saziya Meteryalan nifşekî zana, têgihîştî û ji nîjadperestî û neteweperestiyê dûr diafirîne
18 kanûn, 2020   05:09
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ-LÎLAV DÊWANÎ

Meteryalên perwerdeyê pireke ku bi nêrîneke nûjen, kesên nû digihînin bi çand û dîroka wan a kevnar ve girê bide, da ku nifşekî zana ku xwedî li nirx û çanda xwe derdikeve, ji pêşketinê re vekirî û dîrok û zimanê xwe diparêze, biafirîne.

Ji bo vejandina çand û dîroka civakên ku ji aliyê hikumetên desthilatdar ve rastî zordestiyê hatine, di 2014`an de Saziya Meteryalan a girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin. Endamên ji hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe di saziyê de digrin ku navenda wê li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ye.

Saziya Meteryalan li ser amadekirina pirtûkên her sê qonaxan (seretayî, navîn, amadehî) bi zimanên kurdî, erebî û suryanî, kar dike. Amdadekirina pirtûkan li ser gelek qonaxan pêk tê; qonaxa sazkirinê, piştre nîqaşkirinê, şopandinê, radektekirina di aliyê ziman, zaniest û perwerdeyê de, dîzayankirin, domdela dawî, piştre çapkirin û herî dawî li ser xwendekarên dibistanan tên belavkirin.

Têkildarî makenîzmaya karê beşa kurdî di Saziya Meteryalan de û bingeha ku li ser meteryalan amade dikin her wiha astengiyên ku bi kadroyên saziyê re derbas dibin endamên saziyê axivîn.

Hevseroka Saziya Meteryalan Firyal Silêman diyar kir ku di 2019`an de pirtûk ji nû ve ji aliyê Saziya Meteryalan ve li gorî rêgezên Rêveberiya Xweser ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji her pêkhateyekî re misoger dike, hatin amadekirin.

Firyal destnîşan kir ku li gorî zagonên cîhanî û mafên mirovan jî mafê her pêkhateyekî heye ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe; ji ber ku ziman yek ji faktorên hebûna mirovan e û wiha dewam kir: “Mirov bi zimanê xwe tê naskirin, li gorî zimanê her mirovekî, neteweya wî tê zanîn. Mînak: Em Kurd in, zimanê me kurdî ye; em bi zimanê xwe tên nasîn. Zimanê erebî jî gelê Ereb dide nasîn."

Hevserokê Saziya Meteryalan Mekseb El-Seyah jî daxuyand ku sazî sala 2014`an hatiye avakirin, ku wê demê tenê pirtûk ji bo xwendekarên ji pêkhateya Kurd dihatin amadekirin û destnîşan kir ku di dîroka 2015`an de pêkhateyên Ereb û Suran jî tev li xebatên saziyê bûn û li gorî plana “jiyana hevbeş” pirtûk ji bo her sê pêkhateyan hatin amadekirin û ziman û çanda her pêkhateyekî tê de hatin parastin.

 ‘ASTENGIYÊN KU RASTÎ SAZIYÊ HATINE’

Li ser pirsgirêk û astengiyên ku saziyê di dema amadekirina meteryalan de kişandine û bi taybetî dema ku ji qonaxekê derbasî qonaxeke din dibûn, El-Seyah wiha got: “Yek ji wan zehmetiyan, kêmbûna çavkaniyên hevseng bû, bi taybetî girêdayî hin mijarên bi nakok. Ji ber wê zehmet bû ku em bigihêjin rastiyê, ku ew armanca me bû, me dixwest em meteryalên dûrî siyasetê û fikirên girêdayî îdiyolojiyê û zextên hundirîn û derve, ava bikin.”

El-Seyah destnîşan kir ku xwe heta bi serxistin û pêşxistina meteryalan ew ê karê dewam bikin.

‘ARMANCÊN SAZIYÊ’

El-Seyah diyar kir ku armanca sereke ya avakirina Saziya Meteryalan ew bû ku meteryalên ku dîrok, çand, urf û adet û nirxên resen ên civakan vedijînin, bên amadekirin, ku ew civak her tim dûrî rastî û nasnameya xwe mabûn û wiha got: “Hêdî hêdî civak ji dîrok, çand, adet û nirxên xwe yên resen dihatin dûrxistin û diketin bin bandora sîstema rojavayî. Ji lewra Saziya Meteryalan hewl da ku çand û dîroka her pêkhateyekî vedijînin ava bike, bi şertê ku di sê salên xwendinê yên destpêkê de xwendekar bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin. Piştre bi fêrî zimanên din bibin û piştre li kêleka zimanê dayikê fêrî zimanê cîhanî bibin.”

 ‘MAKENÎZMAYA XEBATÊ SAZIYÊ Û PÎBANÊN HILBIJARTINA KADROYÊN WÊ’

El-Seyah diyar kir ku kadroyên saziyê li gorî pirsportî, çand û astê perwerdeyê hatin hilbijartin û piştrast kir ku ew hewl da ku endamên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji hemû pêkhateyan kom bikin, da ku meteryalên bêalî ava bikin û agahiyên rast ên dûrî xeztên derve veguhezînin û wiha got: “Ev esasê pêşketina saziyê ye.”

Li ser makenîzmaya xebatê Saziya Meteryalan û siyaseta perwerdeyê ku ji xwe re esas girt heta ku gihaşt vê astê, El-Seyah wiha da zanîn: “Yek ji xebatên ku saizyê meşandiye û hewl dide wekî siyaseteke perwerdeyê mayînde bike, derxistina pêşketinên ku li cîhanê çêdibin û encamên lêkolînên meteryalên cîhanî û makenîzmaya amadekirina wan a meteryalan e, da ku meteryalên li gorî pêşketinên cîhanî derkevin holê, her wiha şert û mercên ku herêm tê der derbas dibe jî di ber çavan re bên girtin.”

‘ARMANCA ME AFIRANDINA NIFŞEKÎ JÎR, ZANA Û MIROVÎ YE’

El-Seyan tekez kir ku ew armanc dikin ku nifşekî jîr û têgihîştî ku hemû mirovan hurmet dike, dûrî nîjadperestî, olperestî û netewperestiyê û yekalîbûnê, ava bikin. Her wiha kesên nû digihînin fêrî zaniest û xwendina azad bikin û mirovên zana û têgihîştî yên li nirxên mirovahiyê xwedî derdikevin, biafirînin.

Endama Komîteya Madeya Bîrkarî ya Saziya Meteryalan Xîtam Silêman jî destnîşan kir ku destpêka kar, her sê komîteyên girêdayî pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan li ser planeke hevbeş li hev dikin û xetên qalind diyar dikin û got: “Piştre her komîteyek li gorî zimanê xwe yê dayikê dest bi kar dike. Heta niha 13 pirtûkên ji bo qonaxa seretayî heta qonaxa amdehî hatine amadekirin.”

Endamê Komîteya Dîzaynkirin û derxistinê ya saziyê Xelef El-Kero jî daxuyand ku erka komîteya wan ew e ku pirtûkên ji aliyê endamên komîteyê ve hatine amade kirin, dîzayn bikin û got: “Em li gorî daxwaza endaman wêneyan peyda dikin, amade dikin û piştre radest dikin. Pirtûkên hazir jî tên nirxandin û şopandin, em wan ji aliyê reng û wêneyên tê de ji nû ve amade dikin.”

Li aliyekî din jî endama Komîteya Zimanê Erebî Eyşe Neame destnîşan kirk u di komîteyê de du beş hene, yek taybet bi zimanê erebî ye, ya din jî zimanê erebî fêrî pêkhateyên din dike û wiha got: “Li herêmê zêdetirî pêkhateyekî heye. Komîteya me zimanê erebî fêrî pêkhateyên dike. Me pirtûkên ji refa çaran heta refê 12`an amade kirine.”

Eyşe bi bîr xist ku di qonaxa seretayî de anku ji refê çaran heta refê şeşan ew girîngiyê didin fêrkirina tîpan, piştre xwendinê, da ku zimanê erebê yê xwendekaran baş bibe piştre derbasî qonaxa navîn û amadehî bibin.

Li ser zehmetiyên ku di komîteyê de dikişînin jî , Eyşe wiha got: “Gelek astengî hene, ji wan kêmbûna jêder û lêvegerên ku em li gorî wan pirûtkan ji pêkhateyên din re amade dikin e.”

Endamê Komîteya Dîrokê Mamed Mîrza jî da zanîn ku ew meteryal li gorî derxistina dîroka pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan amade dikin.

Mîrza li ser zehmetiyên wan kişandine jî got: "Carna em ji ber kêmpeydabûna jêderan û pirtûkên kurdî zehmetiyan dikişînin, em hewl didin wan peyda bikin. Em bi awayekî sereke gelek çavkaniyên ku li ser astê Kurdistanê tên pejrandin, esas digirin.”

Têkildarî makenîzmaya şopandina meteryalan jî, Mîrza wiha got: “Em hewl didin bi rêya dibistan, mamoste û xwendekaran meteryalan bişopînin, em asta fêmkirina xwendekaran ji meteryalan re jî dişopînin. Di dema pêş de em ê xebatên di vê derbarê de berfireh bikin, her ewiha em hewl didin girêdayî meteryalan nêrînan ji hemû bajaran bigirin. Desteya Perwerdeyê di vê alî de piştgiriyê dide me.”

Endama Komîteya Felsefeyê Edla Ferio jî da zanîn ku ew destpêkê xetên sereke datînin û hewl didin bigihêjin formeke hevbeş ya pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan û wiha got: “Felsefeya kurdî bi awayekî dîrokî tê nivîsandin, niha em meteryalên qonaxa navîn amade dikin. Em destpêkê hewl didin felsefeyê û girîngiya wê ji bo civakan bidin nasîn. Piştre em behsa felsefeyê di dirêjahiya dîrokê de li Yewnanista, Rojhilata Navîn û çawa gihîştiye roja me ya îro dikin. Li refên din jî em felsefeya neteweya demokratîk derdixin pêş.”

Endamê komîteya Wêjeya Kurdî Ebdurehman Silê jî axivî û diyar kir ku dema wêjeya zimanekî bê naskirin wê ew wêje wî zimanî dewlemend bike. Silê diyar kir ku piraniya astengiyên ku dikişînin ji ber kêmbûna jêderên kurdî ne û wiha domand: "Pirtûk û çavkaniyên li ser wêjeya kurdî bi zimanê kurdî tune ne yan jî kêm in. Em bi erebî dibînin an jî bi zimanekî din tînin wê çaxê em werdigerînin zimanê Kurdî, ji ber vê yekê zehmetiya herî zêde ku em dikêşînin; wergera ji zimanên biyanî bo zimanê kurdî ye."

Endamê Komîteya Zimanê Kurdî û Radeksyonê Beşîr Silêman jî diyar kir ku amadekirina pirtûkan li ser gelek qonaxa pêk tê beirya ku bigihêje qonaxa çapkirinê û wiha got: “Destpêkê ji bo her refekî planeke kar tê danîn, piştre meteryal li ser beşan tê belavkirin û li gorî wan beşan kar li ser meteryalan tê kirin. Piştre pirtûk derbasî qonaxa nirxnadin û nîqaşkirinê dibin, li wir têbînî tên danî û tên sererastkirin, piştre pirtûk derasî qonaxa beşê derhênerî û dîzaynkirinê dibin, piştî wê radestî rêveberiyê tên kirin û tên çapkirin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/m8fvcF1YGb0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>