​​​​​​​Rizgar; xwediyê pênûsa zêrîn ê dildarê azadiyê

Rizgar Denîz bi têkoşîn û pênûsa xwe ya azad da ser rêya heqîqetê heta gihaşt asta şehadetê. Di salvgera 3'emîn a şehadeta wî de hevreyên wê kesayet rûkeniya wî bi bîr dixin û piştrast dikin ku şehadeta wî rihê berxwedanî û têkoşînê di wan de çand.

​​​​​​​Rizgar; xwediyê pênûsa zêrîn ê dildarê azadiyê
​​​​​​​Rizgar; xwediyê pênûsa zêrîn ê dildarê azadiyê
​​​​​​​Rizgar; xwediyê pênûsa zêrîn ê dildarê azadiyê
​​​​​​​Rizgar; xwediyê pênûsa zêrîn ê dildarê azadiyê
​​​​​​​Rizgar; xwediyê pênûsa zêrîn ê dildarê azadiyê
​​​​​​​Rizgar; xwediyê pênûsa zêrîn ê dildarê azadiyê
​​​​​​​Rizgar; xwediyê pênûsa zêrîn ê dildarê azadiyê
​​​​​​​Rizgar; xwediyê pênûsa zêrîn ê dildarê azadiyê
18 kanûn, 2020   02:19
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Îro salavegera 3’yemîn a şehadeta xwediyê pênûsa azad û rêwîtiya têkoşîn û berxwedanê ya dirêj Rizgar Denîz e. Rizgar aşiqê gel û welatê xwe bû. Hevêrên şehîd Rizgar dibêjin ji ber taybetmendiyên wî yên cuda, asta fikir û rihê wî yê welatparêziyê nikarin kesayeta wî biwesifînin.

Dema nûçegihanên me şehîd Rizgar Denîz û hevrêyên xwe yên rojnamevan Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed bûyerên rizgarkirina sivîlan ji nava lepên çeteyên DAIŞ’ê û veguhastina li herêmên rizgarkirî û ewle dişopandin, çeteyan di 12’yê Cotmeha 2017’an li ser rêya di navbera Hesekê û Dêrazorê de du êrişên xwekujî di nava sivîlan de pêk anîn. Di encamê de Dilîşan Îbiş şehîd bû û Hogir Mihemed bi giranî birîndar bû, lê piştî çend rojan şehîd bûn.

Lê Rizgar piştî 70 rojî ji birîndariyê, di 18’ê Kanûna 2017’an de şehîd bû. Cenazeyê şehîd Rizgar li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê bi merasîmekê bi heybet hat veşartin.  

 ‘Jİ HEVREYÊN XWE RE PÊŞENGÊ TÊKOŞÎNÊ BÛ'

Rojnamegerê Ronahî TV Serdar Goyî bi çavên tijî bêrîkirin û serbilindî hin bîranînên bi şehîd Rizgar re bi bîr tîne û wiha dibêje: "Min rojekê jî nikarî wesfê kesayeta Rizgar bi şêweyê ku li kêrî wî tê, bikira. Ji ber ne mirovekî normal bû, taybetmendiyên wî ji yên tevahiyan cudatir bûn."

Piştî ku Serdar Goyî ji bajarê Sêrtê penaberî Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê dibe, Rizgar Denîz nasî. Ew penaberiya wî bû sedema danasîna Rizgar bi Serdar re. Rizgar û Serdar di tevahî merheyelên jiyanê, xwendina seretayî, navîn, amadehî, zanîngeh de û heta merheleya têkoşînê bibin hevrêyên herî nêz.

Goyî dibêje: "Rizgar ji biçûkanî de pir bi tevger bû û ji hemû hevalên xwe re pêşengê têkoşînê bû. Rizgr bi hezkirina ji tevgerê, çalakî û têkoşînê re piraniya xwestek û hêviyên xwe pêk anîn. Ji wan hêviyan çûyîna Rojava ye bû. Piştî fakulteya çapemeniyê li zanîngeha li Hewlêrê bi dawî kir berî da Rojava."

 ‘BI PÊKANÎNA ARAMANCA BINGEHÎN, MIROV DIKARE SERKEFTINÊ DI JIYANA XWE DE BIAFIRÎNE’

Rizgarê evîndar, dilxwaz, têkoşer, hevrêyê hevalê xwe û dilpak, di hevrêyên xwe de rihê têkoşîn û berxwedanê çand.

Goyî wiha domand: "Rizgar ew fêrî rihê berxwedanê û çawaniya têkoşînê ji bo pêkanîna armancên xwe û derbaskirina astengiyên jiyanê, kirin. Rizgar her tim ji me re digot; bi pêkanîna armanca te ya bingehîn, tu dikarî di jiyanê de bi serkevî. Ji lew re kesayeta Rizgar bandoreke mezin li hevrêyên xwe kir."

Serdar Goyî wiha berdewam kir: "Rizgar ji kesayetên ku mirov nikare bûyerên rojane li ser veşêre. Ji ber têkiliya hevaltiya min û wî ve, xurt bû. Ez dikarim bibêjim jî hevrêyê hevalê xwe bû. Dema didît hevrêyek di astengiyê de ye, li rex wî disekinî. Ev taybetmendî jî, ne tenê ji hevrêyên nêzî bûn, lê belê ji bo tevahî kesayetên derdora wî bû û dikarî dostanî di demeke kurt de jî bikira."

 ‘ŞEHADETA RIZGAR BÛ BIRYAREKE TÊKOŞÎNÊ JI HEVRÊYÊN WÎ RE’

Rizgar Denîz kurê mezin ê malbatê ye, diviyabû berpirsê malê bûya, lê dît ku berpirsiyartiya welatê wî mezintir e. Bi rastî jî berpirsê welat heta şehadetê hilgirt, her wiha piştî şehadetê jî hê ji hevrêyên xwe pêşeng û nimûneyek e.

Serdar Goyî wiha dibêje: "Rêya ku Rizgar vebijartiye, bû ajoyek ji berdewama têkoşîn û berxwedanê."

Li aliyekî din jî, hevrêyê Rizgar, rojnameger Ekrem Berakat da zanîn ku hatina şehîd Rizgar li Rojava, ji bo rojnamegeran nirxeke mezin û piştevaniyek ji bo eşkerekirina rastiyê bû.

Rojnamegerê ANHA’yê Ekrem Berakat di kongreyeke ciwanên Kurdistanê ya 2013’an a li bajarokê Rimêlanê ya Qamişloyê li dar ketiye de, Rizgar nas kir.

Berakat eşkere kir ku gihandina dengê gelê Rojava ji raya giştî re û nivîsandina dîroka Kurd bi awayekî rasteqînî ji armancên Rizgar ên bingehîn bû û wiha pê de çû: "Rizgar her tim digot; Divê em dîroka Kurd a ku bi pênûsên dewletên dijmin mîna dewleta Tirk û hwd hatiye nivîsandin, rakin û dîrokê ji nû ve bi destê xwe binivîsin, da ku bigihînin tevahî cîhanê. Ev jî li ser tevahî rojnagerên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê erkek e."

AŞIQÊ QAMIŞLO

Berakat bi lêv kir ku şehîd Rizgar, tevahî fikirên xwe bi hevrêyên xwe re parve dikirin, da ku xebata çapemeniyê li Rojava bi ser keve. Her tim dixwest ku rojnameger di nava şêniyan de bigerin, da ku pirsgirêk û xwestekên wan binasin. Berakat wiha got: "Heta niha gotineke Rizgar di bîra min de ye; rojnamegerê ji gel qut dibe, nikare bibêje ew dengê civakê ye. Rizgar li hevrêyên xwe wesiyet kir ku, dema ew şehîd bibe bi navê (Aşiqê bajarê Qamişlo) bang bikin. Ji ber pir ji Qamişlo hez dikir."

Rizgar şehîdê heqîqetê ye ku hebûna xwe di nava tevahî pêngavên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sepand. Da ku berxwedana şervanan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê bigihîne raya giştî. Berakat da zanîn ku kesayeta Rizgar bi fikira azad û têkoşîna ji bo gelên Rojava dagirtîbû û wiha da zanîn: "Şehîd Rizgar nûnertiya rêya çapemeniya azad û rola peyamberê heqîqetê dikir."

Şehîd Rizgar hêvî kir ku ji bo gel û welatê xwe cane wî feda ye. Îro jî hevrêyên wî soza şopandina rêça wî didin. Berakat wiha gotina xwe bi dawî kir: "Me soz da şehîd Rizgar, Dilîşan, Hogir û Seed ku em ê rêya wan bişopînin. Îro jî soza xwe ya berdewamkirina berxwedan û pêkanîna tevahî armancên wan dubare dikin û em ê ji civaka xwe re bibin dengê heqîqetê."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yy7U5U3uAMs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>