​​​​​​​ ‘QSD’ê hêza aktîf a bidawîkirina aloziya Sûriyê ye’

Şêniyên Reqayê yên beşdarî çalakiya konvedanê ya li dijî sûcên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne, piştrast kir ku bi fikirên rêber Ocalan ve girêdayî ne û li hember dewleta Tirk a dagirker destek  in.

​​​​​​​ ‘QSD’ê hêza aktîf a bidawîkirina aloziya Sûriyê ye’
17 kanûn, 2020   20:43
REQA-RUBA ELÎ

Beşdarên çalakiya konvedanê ya şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ya  ku Rêveberiya Jinan a Reqayê 3 rojan hatibûn lidarxistin ji ANHA'yê re axivîn. Beşdaran piştrast kir ku divê gelên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîna xwe ya bi hêz bawer bin, yekitiya xwe ava bikin û li hember planên mêtîngeriyê bisekinin.

Şêniyê bi nave Mehmûd Bakincî ji herêma Ekrêşî ya li başûrê Reqayê wiha got: "Em tevahî Ocalan in û em ê heta rizgarkirina gelan û rizgarkirina her bihostekê ji axa Sûriyê berxwedêr bin. Yê ku şerê DAIŞ’ê kiriye û têk biriye, dikare şerê Erdoganê terorîst jî bike. Em soz didin rêber û mamosteyê xwe em pê re ne û ji fikirên wî yên gewre fêr dibin. Her wiha girtîgeha Îmraliyê nikara li hember belavbûna fikra azad bibe asteng, lê belê berovajî wê, fikir û israra li ser têkoşînê bi pêş ket."

Li aliyekî din jî Abduxefûr Dêf ji herêma Selhebiyê got: "Em sûrî, piştrast dikin ku em ê bi yek destî li hember her dagirkerê ku xaka me armanc dike, bisekinin. Divê em xwe bispêrin fikirên rêber Ocalan û yekitiya xwe ava bikin, heta ku em bikaribin hebûna xwe biparêzin. Li gel wê jî bang li civaka navneteweyî û mirovî kir ku çima ev bêdengiya li hember tevahî Sûriyê.?"

Şêniyê ji Til Semin ê bi navê Ehmed Xelîl jî wiha diyar kir: "Em tevahî li ser hebûna tenê QSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lihevkirîn e û li dijî hêzên ji bilî wê ne. Ji ber gel, QSD’ê dibîne ku hêza aktîf ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê ye."

Xelîl wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk a dagirker dem bi dem êrişên nû li dijî herêmên me pêk tîne bi taybet li herêma Eyn Îsayê. Ji ber dewleta Tirk a dagirker û dewletên berjewendî perest naxwazin gelê Sûriyê di ewlehî û aramiyê de bijî."

(fr)

ANHA