PDK çekên giran sewqî sînorê bi ser Rojavayê Kurdistanê ve dike

PDK’ê tevgerên xwe li sêgoşeya sînorî ya di navbera Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê de zêde kirin, li gel wê jî çekên giran bi rêya dergeha Pêşxabûr a bi ser dergeha Sêmalkayê ve sewqî wê sêgoşeyê dike û hejmara hêzên xwe zêde kir.

PDK çekên giran sewqî sînorê bi ser Rojavayê Kurdistanê ve dike
PDK çekên giran sewqî sînorê bi ser Rojavayê Kurdistanê ve dike
PDK çekên giran sewqî sînorê bi ser Rojavayê Kurdistanê ve dike
PDK çekên giran sewqî sînorê bi ser Rojavayê Kurdistanê ve dike
PDK çekên giran sewqî sînorê bi ser Rojavayê Kurdistanê ve dike
18 kanûn, 2020   00:36
QAMIŞLO

PDK’ê di 12’yê Kanûnê de, hêzên xwe sewqî herêma Pêşxabûr a bi ser dergeha Sêmalkayê ya li herêma Dêrikê ve, tevî çekên giran, navîn û erebeyên leşkerî, kir. Li gel wê jî nuqteyên xwe xurt kirin û pêçan û nuqteyên leşkerî yên nû ava kirin.

LI SERANSERÎ SÎNORÊ ROJAVA, ZÊDETIRÎ 40 NUQTEYÊN LEŞKERÎ Û 3 NAVENDÊN SEREKE HENE

Hejmara nuqteyên leşkerî yên hêzên PDK’ê li seranserî sînorê Rojava, zêdetirî 40 nuqte û 3 navendên sereke hene. Ew nuqte ji sêgoşeya sînorî ya ku Bakurê Kurdistan, Rojava û Başûrê Kurdistanê heta bi gundê Xanikê ve girê dide, hene.

Ev pêngav, piştî şerê çapemenî û hemleyên reşkirinê yên ku PDK’ê li dijî şêniyên Rojava, Rêveberiya Xweser, YPG û YPJ’ê bi rê ve birine, pêk hatin.

Li gorî çavkaniyekî taybet, çekên ku PDK’ê sewqî seranserî sînor kirine, ji çekên giran mîna topavêj, doçka, çekên navîn mîna BKC’ê ne.

Şêniyên herêmê diyar kir ku PDK’ê hewl dide dewleta Tirk a dagirker razî bike. Ji law re dest bi avakirina nuqteyên leşkerî û zêdekirina hêzên pêşmerge li dergeha Fîşxabûr a bi ser dergeha Sêmalkayê kir.

Li gel wê jî li sêgoşeya sînor 3 navend hatine avakirin û têkildarî amadekariyên PDK’ê pirs hene. Ji ber ew amadekarî dişibe destpêkirina şerekî û dorpêçkirina şêniyên Rojava.

Dewleta Tirk xendek kolandin û dîwar lêkir. Ew dîwar bi sedan kîlometre ye, dîwar di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ji gundê Xirabreşka Seyda heta bi gundê Zihêriyê yê girêdayî herêma Beravê ya li Dêrikê hatiye lêkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MfR2bD8M71U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>