‘Divê PDK’ê bizane ku dijmin welatê me parçe kir, lê xwîna me yek e’

Malbatên gerîlayên HPG’ê got, hêzên gerîla ji zêdetirî 40 salî ve, parastina Kurdistan û gelê wê dike û divê PDK nekeve xefka planên dijmin.

‘Divê PDK’ê bizane ku dijmin welatê me parçe kir, lê xwîna me yek e’
18 kanûn, 2020   07:04
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Têkildarî êrişa çekdarên PDK'ê ya li dijî nuqteya gerîlayên HPG’ê li herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê di encamê 3 gerîla birîndar bûn, 2 jê jî birînên wan giran in,  hejmarek malbatên gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Til Temirê ji ANHA'yê re axivîn.

Malbatên gerîlayan da zanîn ku tevgerên PDK’ê bi armanca pêkanîna planên dijminê gelê Kurd e û dikevin xizmetî dewletên dagirker, di serî de jî dewleta Tirk.

Mihemed Baqî Kotî wiha got: "PDK’ê ji zêdetirî mehekê ve, hewl dide şerê birakujiyê di nava hêzên Kurdî li Herêmên Parastinê yên Meydyayê de derxîne. Ev plan bi destê derve pêk tên û nakevin xizmetî berjewendiyên gelê Kurd."

 ‘ŞERÊ BIRAKUJÎ DÊ BIKEVE XIZMETA BERJEWENDIYÊN HÊZÊN LI HILWEŞÎNA ME DIGERIN’

Kotî wiha domand: "Dema şerê birakujiyê çêbibe, dê encamên kembax ji gelê Kurd re bîne, lê berovajî wê dê bikeve xizmetî dewletên dagirker ên ku hewl didin Kurd û nasnameya wê têk bibin."

Kotî bang li hêzên Kurd kir ku li ser maseya diyalogê bicivin, dozên xwe bi rêbazên aştiyane çareser bikin. Ji ber ev ne cara yekemîn e ku dijminên Kurd hewl didin şerê birakujî di navbera hêzên Kurd li dar bixin.

 ‘DIVÊ HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ  BÎNE BÎRA XWE KU GERÎLA PARASTINA WÊ KIR’

Kotî diyar kir ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê û rêveberiyên wê bînin bîra xwe ku dema DAIŞ’ê êrişî Şengal û Mexmûrê kir, gerîla çi kir. Divê Mesûd Barzanî serdana xwe ji gerîla re dema parastina Şengal, Mexmûr û herêmên Başûrê Kurdistanê kiriye, bîne bîra xwe û başiyê înkar neke.

 ‘DIJMINÊN KURDAN  WELATÊ ME PARÇE Û DABEŞ KIR, LÊ XWÎNA ME YEK E’

Dayika şehîd Jînda, Hemdiye Kotî, wiha got: "Heke şerê birakujiyê biqewime, wê demê nakeve xizmeta gelê Kurd. Dijiminên kurdan em û welatê me parçe û dabeş kir. Çi dibe bila bibe em ê Kurd bimînin û xwîna me yek e. Ji law re divê em dûrî planên dijmin bin."

Hemdiye Kotî hewldana derxistina şerê birakujiyê red kir û banga li hevgirtinê li tevahî hêzên kurdî kir.

 ‘PDK’Ê XWE DIXE LÎSTEYA DIJMINÊN KURDAN’

Hemdiye Kotî wiha eşkere kir: "Heke PDK’ê destê xwe kir destê dewleta Tirk a dagirker, ew xwe dixe lîsteya dijminên Kurdan. Ji ber dewleta Tirk hewl dide bi tevahî rêbazan şerê birakujiyê di navbera hêzên Kurd de li dar bixe."

 ‘YÊN IDÎA DIKIN KU EW KURD IN, ÇIMA ÊRIŞÎ GERÎLA DIKIN’

Hemdiye Kotî diyar kir ku Pêşmergeyên Rojava yên ku idîa dikin ku ew parastina Kurdistanê dikin, li eniyên Herêmên Parastinê yên Medyayê û li hember gerîla çi dikin. Çawa navê Kurd li xwe kirine û ew li ser destê hêzên dewleta Tirk perwerde bûn.

 ‘GERÎLA PARASTINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIKE Û DIVÊ HIKUMETA BAŞÛR VÊ YEKÊ BAŞ BIZANE’

Hemdiye Kotî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê baş bizane ku gerîlayên li Qendîlê û herêmên li çiyayên Başûrê Kurdistanê ji zêdetirî 40 salî ve parastina herêmên Başûrê Kurdistanê dikin. Divê pêşmerge baş bizane ku hikumeta Başûrê Kurdistanê wan dişîne da ku şerê birakujiyê bike."

Li aliyekî din jî Çinar Yûsif wiha got, cîhan tevahî dizane ku gerîla ji zêdetirî 40 salî ve parastina gelê Kurd û destketiyên wê dike.

 ‘DIJMINÊN KURD BI TEVAHÎ ŞÊWEYAN ŞERÊ ME DIKIN Û HEWL DIDIN ŞERÊ BIRAKUJIYÊ LI DAR BIXIN’

Çinar Yûsif wiha pê de çû: "Êdî dijminên Kurd, di serî de jî dewleta Tirk bi tevahî şêweyan şerê me dikin û hewl didin bi rêya hêzên PDK’ê şerê birakujiyê di navbera hêzên Kurd li Başûrê Kurdistanê derxîne. "

 ‘DIVÊ PÊŞMERGE BIZANIBEE KU EW ŞERÊ BIRAYÊN XWE YÊN KURD DIKIN’

Çinar Yûsif destnîşan kir ku gerîla ciwanên wan in û ji tevahî parçeyên Kurdistanê ne. Lê dema pêşmerge berê xwe dide şerê gerîla, divê baş bizane ku ew şerê birayên xwe dikin.

Çinar Yûsif wiha gotina bi dawî kir: "Divê hêzên Kurd hişyar bin û nekevin xekefên berjewendiyên dijmin. Her wiha divê pêşmerge hişyar be û şerê gerîla neke. Ji ber hebûna gerîl, tê wateya hebûna nasnameya Kurd."

(fr)

ANHA