​​​​​​​Cezayên li dijî Tirkiyê li DYA’yê bi erênî hatin nirxandin

Hin saziyên li DYA’yê cezayên li dijî dewleta Tirk ên ji ber kirîna moşekên S-400 ên Rûsyayê bi erênî nirxandin.

​​​​​​​Cezayên li dijî Tirkiyê li DYA’yê bi erênî hatin nirxandin
15 kanûn, 2020   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya ‘Kathimerini’ ya Yewnanistanê, Komîteya Nîştimanî ya Ermeniyan a Amerîkayê (ANCA), Meclisa Fermandariya Yewnanistanê ya Amerîkayê (HALC) û Rêxistina Parastina Xiristiyanan (IDC) cezayên ku rêveberiya Trump li ser wekaletên kirînên leşkerî yên Tirkiyê û efserên wê ji ber kirîna moşekên Rûsyayê ferz kirine, bi erênî nirxandin.

Her sê saziyên navborî her wiha xwest ku dewleta Tirk ji ber binpêkirina qanûnên Amerîkayê û qanûnên navneteweyî û kiryarên wê yên ku ewlehiya gelek herêman têk dibin, bê lêpirsînkirin.

(cx)