PYD: Bi mirina Mam Beşîr re gelê Kurd parêzvanekî doza Kurd winda kir

Hevserokatiya PYD’ê sersaxî ji malbata Mam Beşîr û tevahî gelê Kurd re xwest û destnîşan kir ku gelê Kurd parêzvanekî doza kurdî winda kir.

PYD: Bi mirina Mam Beşîr re gelê Kurd parêzvanekî doza Kurd winda kir
15 kanûn, 2020   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Hesen Dotar (Mam Beşîr) duh di encama krîzeke dil de li Şengalê jiyana xwe ji dest da.

Têkildarî mijarê Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) nameyeke sersaxiyê weşand û wiha got:

"Gelê Kurd yek ji ewladên xwe yên ku parastina doza Kurd a dadwer, mafên demokratîk ên gelê Kurd û nirxên wan heta nefesa dawîn diparast, winda kir. Mam Beşîr endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û berê endamê KNK`ê bû. Mam Beşîr piştî Şengalê ji DAIŞ`ê hate rizgarkirin, vegeriya Şengalê.

Em wek PYD me di kesayeta Mam Beşîr de kesayetekî welatparêz û dilozê gelê Rojava û tevahî Kurdistanê didît. Em bi windakirina Mam Beşîr gelekî xemgîn in. Em sersaxiyê ji gelê Kurd û malbata Mam Beşîr re dixwazin û soz bidin ku ji bo nirxên wî têkoşîn dikir, biparêzin."

(dm)