Şêniyên Til Temirê: Gerîla sembola şoreşa Kurdistanê ne û em ê piştgiriya wan bikin

Beşdarên merasîma sersaxiyê ya şehîd Viyan Cûdê diyar kir ku gerîla sembola şoreşa Kurdistanê ne û pêwîstiya mezinkirina têkoşînê ji bo pêkanîna armancên şehîdan heye.

Şêniyên Til Temirê: Gerîla sembola şoreşa Kurdistanê ne û em ê piştgiriya wan bikin
Şêniyên Til Temirê: Gerîla sembola şoreşa Kurdistanê ne û em ê piştgiriya wan bikin
Şêniyên Til Temirê: Gerîla sembola şoreşa Kurdistanê ne û em ê piştgiriya wan bikin
Şêniyên Til Temirê: Gerîla sembola şoreşa Kurdistanê ne û em ê piştgiriya wan bikin
Şêniyên Til Temirê: Gerîla sembola şoreşa Kurdistanê ne û em ê piştgiriya wan bikin
Şêniyên Til Temirê: Gerîla sembola şoreşa Kurdistanê ne û em ê piştgiriya wan bikin
15 kanûn, 2020   13:32
 HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê ya kantona Hesekê bi merasîmekê nasnameya şervana Hêzên Parastina Gel (HPG) Rûcîn Seydo (Viyan Cûdî) ku di berxwedana li Metînayê de de, di 10`ê vê mehê de şehîd bûye, eşkere kir. 

Merasîm li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li navçeyê li dar ket. Bi sedan şêniyên herêmê, şervan û endamên saziyên sivîl tev li merasîmê bûn.

 

B navê Meclisa Malbatên Şehîdan dayika şehîd Jînda Hediye Kotî û bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) fermandar Sewsen Bîrhat axivîn. Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd Viyan û malbatên şehîdên azadiyê re xwest.

Axaftvanan destnîşan kir ku gerîla parêzvanên Kurdistan û gelê wê ne û bang li PDK’ê kir ku dev ji xiyanetê berde, li rex birayên xwe bisekine da ku armancên şoreşa Kurdan biparêzin. Axaftvanan diyar kir ku malbatên şehîdan piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî dikin heta ku tevahiya Kurdistanê rizgar bibe û armancên şehîdan pêk werin.

Piştî bidawîbûna axaftinan endama rêveberiya Navenda Perwerdeyê Behiye Mihemed wesîqeta şehadetê xwend û radestî malbata şehîd Viyan kir.

(şx)

ANHA