Çeteyên dewleta Tirk a dagirker dermanfiroşek û kurê wî revandin

Çavkaniyên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker dermanfiroşek û kurê wî revandine, piştî ku qebûl nekiriye dermanan bifiroşe çeteyan.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker dermanfiroşek û kurê wî revandin
15 kanûn, 2020   09:01
 EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, çeteyan bi ser gelek dermanxaneyên gundê El-Elî Baciliye yê girêdayî kantona Girê Spî ya dagirkirî de girt, ji bo ku hinek cureyên dermanan ên ku bi bandora xwe ya hişbirê tên naskirin, bibin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan dermanfiroşê bi navê Ehmed El-Ibêd piştî ku qebûl nekir hinek dermanan bide çeteyan, ew revand. Piştî ku kurê El-Ibêd, Elî (15) xwest ku bavê xwe ji destê çeteyan xilas bike, çeteyan bi çekên xwe lê xist û tevî bavê wî ber bi cihekî nediyar ve revandin.

 (şx)

ANHA