Rojnameyên erebî: Mexlûf hişyarî da Esed 

Rojnameyên erebî yên îro der barê arîşeya di navbera Ramî Mexlûf û BeşarEsed de nivîsî, her wiha mijara cezayên Amerîkayê li dijî Tirkiyê û geşedanên li Lîbya û Lubnanê jî di rojevê de bûn.

Rojnameyên erebî: Mexlûf hişyarî da Esed 
15 kanûn, 2020   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

'MEXLÛF HIŞYARÎ DA ESED'

Der barê mijarê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Karsazê Sûriyê û kurê xalê serok Beşar Esed, Ramî Mexlûf hişyarî da ku dê welat hilweşe, her wiha xwest ku reform pêk bên.

Mexlûf li ser Facebookê nameyeke bi sernivîsa "Ji xizmetkarê welatiyan bo serokê welat" nivîsî û got: "Komeke mezin a veberhêner, bazirgan û pîşesazan di nav 30 salan de xizmeta welêt kir… ta ku şer hat û welat parçe bû, hin ji me li kêleka welêt bûn. Lê ji nişka ve bazirganên şer derketin û dest bi xirabkirin, tirsandin û desthilatdariyê kirin da ku aboriya welêt desteser bikin."

Mexlûf her wiha got: "Rewşa heyî dê neyê sererastkirin û hilweşandin dê neyê rawestandin eger bazirganên şer neyên rawestandin û dîsa vegerin karên hevbeş û bazirganên şer bêne darizandin û rê nedin saziyên ewlehiyê ku destwerdana jiyana xelkê bikin. Her wiha divê kesên ku di destpêka pêvajoya şer de ji welêt derketine, vegerin welêt. Hemû milkên hatine desteserkirin bên vegerandin û rûpeleke nû bê vekirin di bin ala Sûriyê ya hemû Sûriyan de."

'JI BO ERDOGAN DERBEKE NÛ'

Der barê cezayên Amerîkayê yên li dijî Tirkiyê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cezayên nû li dijî rêveberiya pîşesaziya parastinê ya Tirkiyê birîn, ji ber mijara kirîna sîstema moşekên a Rûsyayê ya S-400.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got welatê wî ji Tirkiyê re gotiye ku kirîna sîstema S-400 dê teknolojiya leşkerî ya Amerîkayê têxe metirsiyê.

Çavdêr dibêjin ku cezayên Amerîkayê dê arîşeya di navbera her du welatan de kûrtir bikin, bi taybet ku Amerîka pir caran Tirkiye hişyar kir lê Tirkiyê guh nedayê û got mafê wê heye ji xwe re sîstema parastinê peyda bike.

Ev ceza ji bo Erdogan mîna derbeyekê bû, wî bawer dikir ku têkiliya wî ya rêveberiya Amarîkayê û bi serok Trump re dê Enqere biparêze.

Li gorî çavdêran, dê ev ceza bandoreke neyînî li aboriya Tirkiyê bikin ku jixwe bi bin barê belavbûna vîrusa koronayê de maye.

'TIRKIYE JI GUHERTINÊN SIYASÎ YÊN LÎBYAYÊ DITIRSE'

Der barê mijarê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Bûyerên li rojavayê Lîbyayê rû dan, hişt ku nakokiya di navbera hêzên alîgirê çareseriya siyasî û alîgirên Erdogan ên di nava hikumeta Wîfaqê de eşkere bibe ku ew dixwazin destwerdana Tirkiyê li welêt dewam bike."

Hin aliyên Lîbyayê dibêjin ku sedema biryara Erdogan a dirêjkirina mayîna hêz û çeteyên wî li Lîbyayê 18 mehên din, ew e ku ew ditirse destkeftiyên xwe yên li vî welatî winda bike. Her wiha diyar kir ku baweriya Erdogan bi hevalbendên wî tune ye ku wan destkeftiyan biparêzin eger li Lîbyayê çareseriya siyasî pêk hat.”

(kn)