Dayikên gerîla ji bo şermezarkirina kiryarên PDK`ê berê xwe didin dergeha Sêmalka

Dayikên gerîla berê xwe da dergeha Sêmalka da ku kiryarên PDK`ê yên li herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê şermezar bikin.

Dayikên gerîla ji bo şermezarkirina kiryarên PDK`ê berê xwe didin dergeha Sêmalka
15 kanûn, 2020   09:27
QAMIŞLO

13`ê Kanûnê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî hêzên HPG`ê yên li derdora gundê Sêgirê yê Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê kir û di êrişê de 3 gerîlayên HPG`ê birîndar bûn.

Vê sibehê, dayikên gerîla û şêniyên Dêrikê li pêş deriyê têketinê yê bajarê Dêrikê yê kantona Qamişloyê kom bûn da ku berê xwe bidin dergeha Sêmalka û kiryarên PDK`ê û sewqiyatên leşkerî yên li nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar bikin.

Dayikan û şêniyên Dêrikê wêneyên şehîdan û al û sembolên kurdî rakirin û dirûşmên “Na ji êrişên li ser gerîla re, Erê ji yekitiya neteweyî re” berz kirin.

Tê payîn ku şênî li pêş dergeha Sêmalka xwepêşandanekê li dar bixin û daxuyaniyekê bidin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_ktb_5ezuYU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>