Gelo dê berê têkiliyên amerîkî-tirkî di serdema Biden de ber bi ku ve bin?

Têkiliyên tirkî-amerîkî ji dosyayên herî zehmet li pêşiya serokê Amerîka yê hilbijartî Joe Bedin e. Lê ji bo Enqereyê dê testeke dijwar be ku têkiliyên wê bi Washingtonê re tevlihev bûn.

Gelo dê berê têkiliyên amerîkî-tirkî di serdema Biden de ber bi ku ve bin?
15 kanûn, 2020   00:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Monitor a Amerîkayê, dê rêveberiya serokê Amerîkayê yê hilbijartî Joe Biden bi awayekî mezin têkiliyên tirkî-amerîkî biguhere û pir qels bike. Ji ber ku têkiliya di navbera serokê Amerîkayê yê demborî Donald Trump û serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan vegerî têkiliyeke biyanî. Her wiha her duyan metoda takekesî di siyaseta derve de bi kar anî.

Tê payîn ku di serdema Biden de, dê siyaseta derve ya DYA’yê vegere xebata sazîtiyê, ew jî berovajî rêbaza Trump e. Ji ber Trump ji aliyê desteyên navneteweyî ve tecrîd û redkirî bû.

Heke hevpeyvîn, dane û nivîsên ku Biden par ve kirine, were pîvan hin dê siyaseta derve ya Amerîkayê di bin rêvebirina wî de xwe bispêre 4 rêgezên sereke; wek geşkirina demokrasiyê li ser asta cîhanê, geşkirina hevkariya ewlehî bi hevalbendan re, geşkirina parastina globalî ji çînên navîn re û geşkirina bazirganiya azad a cîhanê li gel parastina jîngehê.

DU METODÊN CUDA

Diyar e ku dewleta Tirk bûbû mijara nîqaşên germ di hundirê koma siyaseta derve ya Biden li gel hebûna du metodên cuda de.

Metoda yekemîn alîgiriya serkeftin û lihevanînê dike. Her wiha alîgirên vê metodê dewleta Tirk wek hevalbendeke girîng û dewleta sereke li gel aliyê başûrê NATO’yê dibîne. Bi wê re jî DYA nikare zirarên wê tehemûl bike û ji bloka parastinê ya rojavayê bi dûr bixe.

Ev alîgir texmîn dikin ku helwesta Amerîkayê ya tund û cezayên aborî yên wêrankirinê li dijî dewleta Tirk, dibe ku Erdogan ber bi destpotîzmê ve bide û desthilata xwe li ser hikum, xurt bike. Lê bi wê re divê Washington bloka parastinê ya rojavayê bi çi bedelî dibe bila bibe, bisepîne, her wiha piştevaniya aborî, dîplomasî û ewlehiyê bike û welat ber bi demokrasiyeke nerm ve bibe.

Serokê navenda lêkolîlan ê payebilind ê alîgirê hikumetê, Burhanedîn Duran di gotareke li rojnameya Tirkiyê ya alîgiriya hikumetê de da zanîn ku Erdogan bi serkeftina Biden re sozên çareserkirina aborî, dozgerî û demokrasiyê li hundirê welat dane.

Li gorî alîgirên lihevanînê bi tirkan re, Enqere dikare alîkariya rêveberiya Biden di xebatên sererastkirina têkiliyên bi rêya NATO’yê, qelsbûna Rûsya li Lîbya, Sûriyê, rojhilatê Deryaya Spî, Deryaya Reş û herêmên Kafkasyayê de bike.

Diyar e ku parêzvanên siyaseta lihevanînê, destên wan di koma siyaseta derve ya Biden de bilind e. Li aliyekî din jî, ji edaletê ye ku bê texmînkirin ku dê rêveberiya Biden metodeke lihevanînê di çend mehên destpêkê de ji erka xwe pêk bîne, da ku berteka Enqereyê bixe vebijêrkê. Dê bi wê re jî têgihiştina Enqereyê bi bin bikeve û Enqere vegere metoda altarnatîf a sekinandina li hemberê û nefretkirinê.

STRATEJIYA ÇO Û 9 XALÊN GERM

Koma dîtir jî yên ku nûnertiya ji sêyan yek ji koma siyaseta derve ya Biden dikin bi "stratejiya ço" li dijî dewleta Tirk bawer dikin. Dê bi wê re jî komeke ji cezayên yekser û giştî ku xwe dispêre dîplomasiya bi zorê bên ferzkirin, li aliyekî din jî divê ceza li dijî aborî, ewlehî û siyasetê jî bên ferzkirin.

Zemîn li pêş Biden heye ku vê metodê bi kar bîne. Ji ber kirîna dewleta Tirk a pergala parastina asîmanî ya moşekên Rûsyayê ya S-400’î hişt ku ew li hember cezayên qanûna têkbirina dijminên Amerîkayê be, her wiha heta li gorî wê qanûnê, du ceza werin ferzkirinê jî, dibe pirsgirêkên xeternak ji Enqereyê re bîne.

Li aliyekî din jî lêpirsîna Amerîkayê li dijî Halkbankê ya ku bi alîkarîkirina Îranê ji cezayan Amerîkayê direve, heye. Her wiha gelek amerîkî dibêjin ger lêpirsîn berfireh bû, dibe ku destê ferdên ji malbata Erdogan jî tê de hebe.

Bi gelemperî, herêmên ku alozî di têkiliyên tirkî-amerîkî de hene gelek in û xeternak in. Dê bi wê re jî Biden û Erdogan têbikoşin da ku çareseriyeke navîn deynin. Ew jî diyar dibe ku 9 xalên germ hene û gefan li têkiliyên dualî dixwin.

Mirov dikare bêje ku mijara Kurd û ihtîmala êrişkeke leşkerî ya dewleta Tirk a nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê doza aloziya serkeke ye ji ber Biden dixwaze diyalogan bi Kurd re pêk bê. Li aliyekî din jî tê texmînkirina Biden sekinandina Trump a doza Halkbankê rake, ji ber ew girêdayî danûstandina Biden bi dosyaya Îranê re ye.

Mijara sêyemîn jî aktîfkirina dewleta Tirk a pergala S-400 û derxistina wê ji bernameya çêkirina hevbeş a balafirên F-35 e. Her wiha niha betariyên S-40 li Enqereyê û ji bikaranînê re amade ne. Bi wê re jî Washingtonê gefên ferzkirina cezayan heke dewleta Tirk tevahî pergal aktîf kir, xwarin. Ne pêkan e ku Enqere beriya ku Biden biçe ser desthilatê, vê pêngavê pêk bîne.

Dê rikberiyên di asta enerjiya li rojhilatê Deryaya Spî û Deryaya Îcê de têkildarî têkiliyên dualî zêde bibin. Her wiha DYA’yê tevgerên xwe yên hevkariya leşkerî bi Yewnanistan û Qibrisê re tevî nêzîkatiya Enqere bi Moskovê re, zêde kirin.

Tê payîn ku hevkariya dewleta Tirk a  enerjiyê bi Rûsyayê re, jê jî hevkariya li stasyona Akuyu ya enerjiya nukleerê ya ku Rûsya li başûrê Tirkiyê ava dike, di dema pêş de bibe dosyaya aloziyeke din bi DYA’yê re.

Mijara heftemîn jî, dê rêveberiya Biden vegere diyaloga sazîtiyê bi Enqereyê re, ew jî bi rêya wezareta karên derve. Lê belê dibe ku Enqere mîna vê guhartinê red bike ji ber tevahî biryarên niha ji koşka serokatiyê ve tên dayîn.

Dibe ku şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê ya li ser Qerebaxê de di navbera Washington û Enqereyê de alozî û nakokiyê derxe. Ji ber Enqere bi xurtî piştevaniya Azerbaycanê dike. Lê li hemberî Biden alîgirê tevgerên ji bo itîrafkirina komkujiya Ermen a ku di serdema împaratoriya Osmanî de pêk hatine,  dike.

Li dawiyê jî ne pêkan e Biden bihêle hikumeta Tirk xîtaba dijberî Amerîka bi kar bîne, mîna çawa rêveberiya Trump hiştiye ku bike.

Bi kurtî, dê Biden bibe mîrasê komeke mezin ji nakokiyên sereke yên bi dewleta Tirk re, bi wê re diyar e ku li gel Erdogan komeke xurt tune ye ku têkiliyên dualî bixe rêya rast.

Li gorî wê, tê payîn ku Moskov ji ber xebatên wê yên nêzîkbûna ji Washingtonê dê di Sûriyê, Lîbya, Deryaya Reş, Qerebax û dozên enerjiyê de, fişarê li Enqereyê bike.

Bi giştî, xuyaye ku Enqere sala bê amadeakriyên pêkanîna hefsengiyên zehmet di navbera Moskov û Washingtonê  de dike.

(fr)

ANHA