ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 12-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 12-2020`AN
15 kanûn, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo gerîlayekî HPG'ê merasîmekî xiyabî li dar xist, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina qutkirina avê li ser bajar ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve meşekê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiyên siyasî yên di bin banê MSD'ê de ji bo nîqaşkirina biryar û pêşniyarên dawî yên kongreya dawî ya meclisê civînekê li buroya xwe ya li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên gerîlayên HPG'ê yên kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrişa hêzên PDK'ê yên li ser nuqteyên gerîla, berî didin deriyê sînor ê Sêmalkayê, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên ku bi rêber Abdullah Ocalan re civîne, dibêjin ku rêbertî girîngî dida rizgarkirina kesayeta Kurd û derketina ji merheleyên gilî û nezanînê yên ber bi guhartinê ve, bi taybet ji bo jinan ku mîna peyrewekî di jiyanê de hatiye bikaranîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Saziya Kar û Barên Olî ya Meclisa Sivîl a Reqayê dêra Şehîdan a li naverasta bajêr ku çeteyên DAIŞ`ê hilweşand  ji nû ve ava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinan a Sûriyê panelê li ser rêgezên jora destûrê li Mala Êzidiyan a navçeya Tirbespiyê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê, têkildarî zewaca di temenê biçûk de panelekê li hola Stra Layik a herêma Şiqêf li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Dayika girtiyê siyasî Kamîran Reşîd ê ku beriya 28  ́an salan di girtîgehên dewleta Tirk de girtî ye, bang li gelê Kurd kir ku li qadan û meydanan serî hildin û ҫalakiyan pêk bînin piştgiriya berxwedana girtîgehan bikin û banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, li dijî êrişa çekdarên PDK'ê ya li ser nuqteya gerîlayên HPG'ê ya li herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê meşekê li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ciwanên herêma Firatê liv û tevgera PDK`ê ya li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û peymana di navbera hikumeta Iraqê û PDK`ê wekî dagirkirina herêma Şengalê bi nav kirin. Ciwanan da zanîn ku mafê tu aliyan tuneye ku Rêveberiya Xweser a gelê Şengalê têk bibin û ew herêmê bi rê ve bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd destnîşan kirin ku êrişa dawîn a hêzên PDK`ê ya li dijî hêzên gerîla xeternak in, ji ber ku xizmeta dewleta Tirk dike. Her wiha gotin: "Kurdistan di rewşeke hestiyar re derbas dibe, divê PDK'ê destkeftiyên kurdan biparêze û destên xwe nexin destên dijminan." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Têkiliyên tirkî-amerîkî ji dosyayên herî zehmet li pêşiya serokê Amerîka yê hilbijartî Joe Bedin e. Lê ji bo Enqereyê dê testeke dijwar be ku têkiliyên wê bi Washingtonê re tevlihev bûn. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Bi coş û kelecan hevokek ji nava hinavan derket, bi pêşketina tevgera azadiyê re ew hevok bû helbest û piştre bû stran ku heta niha bi heman germahiya ku cara yekem lê hatiye guhdadrîkirin. Gel bi guhdarîkirina wê stranê heyecan û moraleke mezin digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li gundewarê Reqayê tecrubeya çandina sebzeyên zivistanê nû ye. Tevî nûbûna tecrubeyê û astengiyan jî ev tecrube bi ser ket. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA