Siyasetmedar û rewşenbîr: Êrişa dawî ya PDK`ê xeter e û xizmeta dewleta Tirk dike

Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd destnîşan kirin ku êrişa dawîn a hêzên PDK`ê ya li dijî hêzên gerîla xeternak in, ji ber ku xizmeta dewleta Tirk dike. Her wiha gotin: "Kurdistan di rewşeke hestiyar re derbas dibe, divê PDK'ê destkeftiyên kurdan biparêze û destên xwe nexin destên dijminan."

Siyasetmedar û rewşenbîr: Êrişa dawî ya PDK`ê xeter e û xizmeta dewleta Tirk dike
15 kanûn, 2020   01:29
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Êvara Yekşemê borî, hêzên Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî nuqteyeke gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG)  ya li derdora gundê Sergelê ya navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê kir, di encamê de 3 gerîlayên HPG`ê birîndar bûn û rewşa 2 ji wan giran e.

Têkildarî mijarê nivîskar Beşîr Mele Newaf axivî û êrişên hêzên PDK'ê ên li dijî nuqteyên gerîlayan şermezar kir û wiha berdewam kir: "Di vê demê de nêzîkatiyeke wiha xeter e, ji ber gelê Kurd di rewşeke hestiyar re derbas dibe. Dewleta Tirk êrişî herêmên Rojava û Başûrê Kurdistanê dikin, li aliyekî din jî li Başûr çalakiyên protestoyan hene, di encamê de ne rewşa civakî û ne ya siyasî û ewlehî rageşiyeke wiha radike."

Mele Newaf diyar kir ku artêşa Tirk ji 16`ê Hezîrana derbasbûyî û heta hemû hêza xwe ya leşkerî bi kar tîne da ku hebûna PKK`ê lawaz bike û dema armancên wê bi ser neketin bi rêya PDK`ê hewldana pêkanîna xwestekên xwe dike.

ꞌTEVGERA PDK`Ê XETERNAK Eꞌ

Beşîr Mele Newaf ev yek li gotina xwe zêde kir: "Em wekî rewşenbîran dibînin ku liv û tevgera PDK`ê xeter in, ji ber di vê demê de Kongreya Netewî ya Kurdistanê hewldana çareserkirina nakokiyên di navbera hêzên Kurdistanê de dike û ji bo yekitiya kurdî gavan diavêje, lê PDK berovajî van hewldanan dimeşe."

Mele Newaf da zanîn ku PDK bi fermanên dewleta Tirk tevdigere û bang li PDK'ê kir ku bi aqilane tevbigere, dûrî planên dijminan bikeve û ji bo xizmeta gelê Kurd kar û xebatê bike.

ꞌÊRIŞ XIZMETA DIJMINÊN KURDAN DIKEꞌ

Têkildarî mijarê Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê  got, êrişên PDK`ê ya li dijî nuqteyên gerîlayên HPG`ê tu partî yan jî hêzeke kurdî qebûl nake, ji ber kiryarên wiha xizmeta dijminê gelê Kurd dike.

Ehmê bang li hêz û partiyên kurdî kir ku bi rihê berpirsyarî tev bigerin û li statên dijminan nelîzin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Rewş pir hestiyar  e, li hemberî gelê Kurd komplo hene, dixwazin bi van planên gelê Kurd ji mafên xwe yên rewa bê par bimîne û destkeftiyên di pêvajoya salan de bi dest xistine têk bibin."

Luqman Ehmê bal kişand ser awayê çareseriya nakokiyên di navbera hêzên kurdî de û wiha pê de çû:"Bi rêya diyalogan û piştgiriya însiyatîfa Kongreya Netewî ya Kurdistanê dikarin van nakokiyan çereser bikin, hîn derfet hene ku van nakokiyan ji holê rakin, ji ber şandeya kongreyê hîn li Başûrê Kurdistanê ye û divê piştgiriyê bidin wê."

ꞌDEM DEMA YEKITIYÊ YEꞌ

Ehmê di berdewamiya gotina xwe de ev yek destnîşan kir:"Dem dema yekitiya kurdî ye ne dema bilindkirina asta nakokiyan e. PKK`ê ji beriya salan ve li çiyayê Kurdistanê ye, çima niha PDK`ê banga derxistina wan dike, ji tu kesî re dernakeve ku gerîlayên HPG`ê ji herêmeke ji herêmên Kurdistanê dûr bixe."

Luqman Ehmê da zanîn ku piştî PDK`ê hêzên xwe li herêmên medya yên parastina rewa bi cih kir, ev cara duyemîn ku PDK`ê êrişî nuqteyên HPG`ê dike û dixwaze bersivdayîna hêzan ji êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê asteng bike.

Hêjayî bibîrxistinê ku 4`ê Mijdarê PDK`ê êrişî nuqteyeke HPG`ê ya li navçeya Çemankê kir û HPG`ê ji bo şer çênbe bi aqilane tev geriya. Paşê fermandariya hêzê daxuyaniyek da û tê de bang li Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî kir ku helwesta xwe der barê van tevgeran de zelal bike, lê Mesûd Barzanî bi xîtabekê ku bêhna şerê tê tê bersiv da.

(eh)

ANHA