Hewldana çeteyan hate têkbirin, gundên Seyda û Mielek topbaran dikin

Dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê piştî ku hewldana wan a gihiştina rêya M4 hate têkbirin, gundên Eyn Îsa û derdora rêya M4 bi dijwarî topbaran dikin.

Hewldana çeteyan hate têkbirin, gundên Seyda û Mielek topbaran dikin
14 kanûn, 2020   21:30
EYN ÎSA

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê êvarê, careke din bihêjin rêya M4 û êrişî gundên Mielek kirin. Li ser bersivdayîna şervanên QSD'ê şerekî giran rû da. Şervanên QSD'ê êriş şikandin.

Piştî têkbirina hewldanê  artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Seyda û Mielek û derdora rêya M4 bi dijwarî topbaran dikin.

ANHA