Çeteyên ji Sûriyê alavên şer ên dewleta Tirk in

​​​​​​​Dewleta Tirk bi rêya çeteyên sûrî hewl dide planên xwe yên firehkirinê li gelek herêman mîna  Sûriyê, Lîbya û heta bi Qerebax û Keşmîrê pêk bîne. Niha behsa planên nû yên Erdogan ên bajarê Amedê ya Bakurê Sûriyê têne kirin.

Çeteyên ji Sûriyê alavên şer ên dewleta Tirk in
11 kanûn, 2020   00:42
NAVENDA NÛÇEYAN-YARA MIHEMED

Dewleta Tirk li gelek herêmên cîhanê fitîla krîzan pê dixe û tê de çeteyên sûrî û çeteyên ji welatên dîtir bi kar tîne. Da ku xewnên xwe yên berfirehkirina dagirkirinê pêk bîne û van çeteyan mîna kaxizên fişarê li ser maseya diyalogan bi kar tîne.

DESTPÊKA LEŞKERKIRINA ÇETEYAN

Dewleta Tirk şoreşên bihara gelan ên ku di 2010’an de li herêmê rû dane derfet girtin, ji bo berjewendiyên xwe yên kevn ên vejandina împratoriya Osmanî pêk bîne. Bi wê re jî komên Îxwan Mislimîn ên ku rêveberên wê li Qeter û dewleta Tirk in, bi kar anîn. Da ku van şoreşan derfet bigire û li ser welatên Ereb serwer be. Lê di destpêkê de piştî ku rejîmên Tunis û Misirê hilweşandin, bi ser ket.

Lê dema aloziya Sûriyê dest pê kir, dewleta Tirk balafirgehên xwe li pêş terorên ji tevahî cîhanê ji Sûriyê re vekir, cebilxane û çek pêşkêş kir, nexweşxaneyên xwe ji bo tedawîkirina birîndarên wan vekirin, bi taybet komên çekdar ên girêdayî Îxwan Mislimîn bi tevahî navên wê, Cebhet El-Nusra (şaxê El-Qaîde ya li herêmê) û DAIŞ.

Lê belê destwerdana Rûsya li Sûriyê ya di Îlona 2015’an de, planên Erdogan ên serwerîkirina li Sûriyê têk birin. Dewleta Tirk û Rûsya dest bi bazariyan kir. Bi wê re Rûsya hişt ku dewleta Tirk hin herêmên Sûriyê mîna Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê dagir bike, ew jî li beramber vekişîna çeteyan ji Xotaya girêdayî Şamê, bejahiyên Şamê, Humis û Hemayê bû.

Bi wê re, çeteyên ku lihevanîna bi hikumeta Şam û Rûsyayê re red kiriye, veguhastin Idlibê. Piştre Erdogan artêşek ji çeteyan çêkir û di destpêkê de li dijî gelê Kurd ê li Sûriyê û tecrûbeya demokrasiyê ya ku bi birayên xwe yên Ereb, Suryan, Ermen û Tirkmen li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bi kar anî. Lê dewleta Tirk ev yek bes nedît û çeteyên sûrî mîna sotmenî ji bo şer û destwerdanên li herêmê bi kar anî.

LÎBYA

Li Lîbya, Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan bi Serokê Hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Sîrac re li hev kir, ku li dijî artêşa nîştimanî ya bi serkêşiya muşîr Xelîfe Hefter bisekine. Her wiha Erdogan bi rêya şandina çeteyên sûrî ji Lîbyayê re plan kir ku dewlemendiya Lîbyayê desteser bike. Ji ber Lîbya ji dewletên cîhanê yên 5’emîn a mezintirîna depokirina petrolê ye. Her wiha Erdogan bi şandina çeteyên sûrî jî xwest fişarê li Misirê bike, ji ber wî piştî hatina Abdulfetah El-Sîsî ya li ser desthilatê derbeyeke mezin ji aliyê dosyaya Îxwan Mislimîn de xwar.

Dewleta Tirk di Îlona 2019’an de li Efrîn, Ezaz û herêmên dîtir ên ku ji Sûriyê dagir kirine, navendên tevlêbûnê vekirin. Ew navend jî bi serkêşiya çeteyên Sultan Murad hatin vekirin. Bi wê re çete bi pereyan dihatin teşwîqkirin û her çeteyê ku tev li şerê navxweyî yê li Lîbyayê bibe, 2 hezar dolar werdigire.

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), dewleta Tirk nêzî 18 hezar çete şandin Lîbyayê, da ku şer bi hikumeta Wîfaqê re li dijî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê bikin, ji wan çeteyan jî, 350 temenê wan kêmî 18 saliyê bûn.

Li gorî SOHR’ê ji çeteyên ku dewleta Tirk şandiye Lîbyayê, 496 di şerê li Lîbyayê de hatin kuştin.

Ji wê zêdetir jî, dewleta Tirk tevgerên xwe yên leşkerî li Lîbyayê bilind kirin. Her wiha malperên şopandinê, tevgerên lez ên balafirên kargoyê yên leşkerî ji rojavayê Lîbyayê re eşkere kirin. Di heman demê de Wezareta Parastinê ya Tirkiyê gelek caran ji hefteya borî, wêneyên têkildarî perwerdeyên hêzên hikumeta Wîfaqê yên alîgiriya Enqere li baregehên li Tirkiyê belav kirin. Li gorî wê, analîzvan dibînin ku planên nû yên dewleta Tirk li wan herêman heye, ew jî girêdayî bûyer û rûdanên leşkerî ne.

ÇETEYÊN SÛRÎ LI QEREBAXÊ NE

Di şerê dawî yê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê ya li ser herêma Qerebaxê de ya ku 27’ê Îlona îsal dest pê kiriye, dewleta Tirk tev lê wî şerî bû. Her wiha Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hilusî Akar di 11 Mijdarê de ragihand ku dê welatê wî li gel Azerbaycanê li dijî Ermenistanê bisekine.

Mîna li Lîbyayê, dewleta Tirk berjewendiyên xwe yên geostratejîk li Kafkasiya û Asyaya Navîn dît. Her wiha dewleta Tirk berjewendiyên xwe li Azerbaycanê jî dît, ji ber tê de petrol heye. Lê dostaniya dewleta Tirk û Azerbaycanê ji ber dijminahiya hevbeş ji Ermenistanê re ye. Ji ber Osmaniyan nêzî milyon û nîveke ermenî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de qir kir.

Di destpêka vî şerî de, dîsa dewleta Tirk navendên qeydkirina navên çeteyan vekirin, bi taybet çeteyên ji komên Tirkmenî, da ku bişîne Azerbaycanê û li dijî Ermenistanê şer bikin.

Dewleta Tirk di hemleya xwe ya li dijî Ermenistanê de, pişta xwe da çeteyên Tirkmen, da ku ji lêpirsîneke navneteweyî ku di pêşerojê de pêk were, bireve. Ji ber li gel çeteyên Tirkmen, cinsiyeta tirkî heye û pirî caran weke artêşa wê ya komarê xuya dike.

Li gorî SOHR’ê,hejmara çeteyên sûrî yên ku beşdarî şerê li Qerebaxê bûne, zêdetirî 2 hezar û 580 çete ne, jê kêmî 350 vegerîn û dev ji mafên xwe yên madî ku Enqereyê soza wan dabûn, berdan.

SOHR’ê, da zanîn ku 300 çeteyên sûrî di şerê li Qerebaxê de hatin kuştin û hîna cenazeyên 250’î venegerîne.

BERÊ ÇETEYÊN SÛRÎ LI KEŞMÎRÊ YE JÎ

Di vê demê de, axaftin li ser amadekirina dewleta Tirk a şandina çeteyên sûrî ji herêma Keşmîrê ya nakok re tê kirin. Keşmîr dikeve bakurê rojavayê Hindistan, Pakistan û Çînê li naverasta Asyayê.

Çavkaniyan ji ANHA’yê re eşkere kir ku îstîxbarata Tirkiyê perspektîf da çeteyên Sultan Silêman Şam (Emşat) ku, lîsteyekê bi navê 100 çeteyî amade bike, da ku perwerdeyê li bajarê Mêrsînê ya dewleta Tirk bibînin, ku bi wê re jî wan bişînin herêma Keşmîrê, ji ber şerê li dijî Hindistanê.

Li gorî heman çavkanî, wek mûçeyeke mehane ji her çeteyekî re li hember şerê li Keşmîrê, istîxbarata Tirk 3 hezar dolar diyar kiriye. Lê çeteyan, xwest ku mûçeyên xwe yekser bigirin. Ew jî ji ber metirsiya îstîxbarata Tirkiyê mûçeyan desteser bikin. Ji ber îstîxbaratê pereyên çeteyên ku şandina Lîbya û Qerebaxê nedan wan û desteser kirin.

ŞANDINA ÇETEYAN JI AMEDÊ RE

Di vê dawiyê de, di gelek raporan de hat ku planeke nû ya Erdogan li dijî kurdên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê heye. Li gorî raporan, Erdogan niyet dike ku çeteyên ji Partiya Îslamî ya Tirkistanî bişîne bajarê Amedê yê li Bakurê Kurdistanê.

Ev koma çeteyan jî, ji komên herî radîkal in, endamên wê jî Aygora Çînê, Şîşan, Uzbek, Tacikistan û hwd in.

Hejmara çeteyên vê komê, nêzî 7 hezar in. Her wiha çete tevî malbatên xwe di 2013’yan de hatin Sûriyê, di destpêkê de li çiyayên perav û bejahiyên rojavayê Idlibê li herêmên nêzî sînorê bi ser dewleta Tirk ve bi cih bûn û her wiha li bejahiyên Laziqiyê jî belav bûne.

Berê jî, Erdogan aliyê Amerîkayê îqna kir ku navê Partiya Îslamî ya Tirkistanî ji lîsteya terorê rake. Bi wê re jî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo navê partiyê ji lîsteya terora navneteweyî di destpêka Mijdara borî de rakir.

 ‘DEWLETA TIRK ÇETEYAN JI BO TÊKBIRINA RIKBERÊN XWE YÊN SIYASÎ BI KAR TÎNE’

Der barî mijarê, lêkolînerê kar û barên tevgerên tundraw û terora navneteweyî Munîr Edîb wiha got: "Hê jî dewleta Tirk çeteyan di şerê li derveyî xaka Tirkiyê de bi kar tîne. Da ku rikberên xwe yên siyasî têk bibe, jê jî gelê Kurd e. Bi wê re jî dixwaze nasname û nateweya Kurd qir bike. Dewleta Tirk çeteyan li Lîbyaya û Qerebaxê jî bi kar tîne."

Edîb wiha domand: "Dewleta Tirk çete ji bo qirkirina etnîkê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku tê de Kurd hene bi kar anî. Da ku nasnameya wê têk bibe. Li aliyekî din jî tiştê ne ji mafên wê dagir kir."

 ‘LI GEL DEWLETA TIRK NORMAL E KU DANÛSTANDINÊ BI VAN RÊXISTINÊN TERORÎ RE PÊK BÎNE DA KU KURDAN QIR BIKE’

Lêkolînerê karên terorê Munîr Edîb da zanîn ku tu cudabûn di navbera kiryara Tirk û kiryara Cihoya cîhanê ya ku aliyê li hember xwe têk dibe tune ye û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk di şerên xwe de, çeteyên ji kom û rêxistinên tundraw mîna DAIŞ, El-Qaîde û Cebhet El-Nusra bi kar tîne û li gel wê normal e ku danûstandinê bi çeteyan re ji bo têkbirina gelê Kurd, bike."

Edîb diyar kir ku azarên gelê Kurd ne kêmî azarên gelê Filistînê ye, ev hevrûkirin jî rasteqînî û mantiqî ye.

 ‘DEWLETA TIRK RÊBAZA HÎTLER DI QIRKIRINA GELÊN SERHILDÊR DE PÊK TÎNE’

Di vê dawiyê de li ser torên tevnên civakî hat belavkirin ku dewleta Tirk niyet dike çeteyên ji Partiya Îslamî ya Tirkistanî bişîne bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê û bi wê re jî Edîb wiha got: "Dewleta Tirk dixwaze nasnameya Kurd têk bibe. Ez texmîn dikim ku mîna vê rêbazê ji ya Hîtler ne cudatir e. Ev rêbaz û kiryar mantiqa gendelan e. Ev jî armanca rastîn a şandina çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanê ji bajarê Amedê re ye. Di encamê de gelê Kurd tê qirkirin."

‘ÇETEYÊN ERDOGAN LI SER EWLEHIYA NETEWEYÎ YA CÎHANÊ XETERE YE’

Edîb da zanîn ku ev çete li ser ewlehiya neteweyî ya cîhanê û mirovahiyê xetere ye û mîna şaneyên penceşêr li gewdeyê belav dibe û têk dibe. Ev çeteyên radîkal, herêma Rojhilata Navîn westandin. Bi wê re jî Erdogan dixwaze Amedê jî hilweşîne û gelê Kurd qir bike."

Lêkolînerê kar û barên tevgerên tundraw û terora navneteweyî Munîr Edîb wiha bi dawî kir: "Sûc û kiryarên ku Erdogan pêk tîne, bê encam in. Ji ber ku li gel kurdan hestên azadî, maf û edaletê hene û tu mafên ku li pişt wê xwesteke hebin, winda nabin. Dê ev tevahî hewldan bi bin bikevin."

(fr)

ANHA