Berpirsekî rêveberiya Biden: Dibe ku DYA vegere lihevkirina nukleerî ya bi Îranê re

Bernamzetê cîgiriya serokê Amerîkayê yê kar û barên ewlehiya neteweyî Jack Sullivian piştrast kir ku pêkan e Biden vegera lihevkirina nukeerî ya bi Îranê re.

Berpirsekî rêveberiya Biden: Dibe ku DYA vegere lihevkirina nukleerî ya bi Îranê re
8 kanûn, 2020   11:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Wall Street Journal Jack Sullivian got: “Ez bawer dikim ku ev pêkan e.”

Her wiha Sullivian diyar kir ku vegera DYA`yê ji lihevkirina nukleerî re û rakirina cezayên aborî yên ku rêveberiya Donald Trump li dijî Tehranê ferz kirine, dê bibin bingeha “dan û standinên bê”.

DYA sala 2018`an bi biryareke yekalî ji hêla rêveberiya Donald Trump ve ji lihevkirina nukleerî ya bi Îranê re vekişî û cezayên hişk li Îranê hatin ferzkirin.

(şx)