Peymangeha Washingtonê: Rûsya penaberan ji bo Esed bi kar tîne û Tirkiyê jî wan dixe nava şeran

Peymangeha Washingtonê di raporeke xwe de diyar kir ku hikumeta Şamê û Rûsya penaberan wekî amûrên propagandeya Esed, bi kar tînin, dewleta Tirk jî wan di şerên xwe yên li Lîbyayê û Azerbêcanê de, bi kar tîne.

Peymangeha Washingtonê: Rûsya penaberan ji bo Esed bi kar tîne û Tirkiyê jî wan dixe nava şeran
8 kanûn, 2020   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Di raporê de wiha hate gotin: "Piştî çend salan ji hevkariya leşkerî di şerê Sûriyê de ku bû sedema koçberkirina bi milyonan welatiyên sûrî, rejima Esed û Rûsya di 11 û 12`ê Mijdarê de li Şamê ji bo nîqaşkirina doza koçber û penaberên sûrî, kongreyek li dar xist."

Di dewama raporê de wiha ev tişt hate gotin: "Diyar bû ku kongre ji bo propagandeya Esed hate lidarxistin, da ku Esed wekî piştevanê penaberên sûrî bê nîşandan û li pêşiya raya giştî  siyaseta wî baş bên nîşandan. Di heman demê de, da ku gavan ber bi rakirina tecrîda navdewletî û cezayên aborî ji ser endamên xwe, bavêje. Lê belê, hem DYA û hem Yekitiya Ewropayê (YE) bi awayekî eşkere kongre û biryarên ku jê derketine, red kirin."

Di raporê de îşaret bi şert û mercên dijwar ku penaberên sûrî li Lubnan, Tirkiye û Urdinê tê de dijîn, hate kirin û bi "mercên jiyanî yên trajedîk" hatin binavkirin.

Her wiha hate gotin ku pasdarên Tirk beriya Cotmeha 2020`an di nav de 89 zarokên di bin 18 saliyê re û 95 jin, 470 kes li ser sînor kuştin.

Di dewama raporê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk her tim gefên vekirina rêya koçberiya ber bi Ewropayê ve, li welatên ewropî dixwe û alîkariyên mezin ji YE û NY`yî dixwaze. Dewleta Tirk her wiha penaberên di şerên derve de wekî şerê Lîbyayê û Azerbêcanê de, bi çek dike."

Hate diyarkirin ku derfetên Sûriyê yên girêdayî doza penabarên ku vegeriyane, tune ne, ji ber ku aborî têkçûyî ye, nirxê lîreya Sûriyê kêm bûye û ji ber salên dirêj ên şer binesaziya Sûriyê hilweşiyayî ye.

Di berdewama raporê de hate zanîn ku şêniyên Dêrazorê yên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê, komên alîgirên Îranê û hêzên Rûsyayê de, dev ji herêmên xwe ber didin û çûne herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Li gorî daneyên Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyê ya Karûbarên Penbaran, 5.6 milyon panebarên sûrî li Tirkiyê, Lubnan, Iraq, Urdin û Misirê dimînin. Li Sûriyê jî 11 milyon sûrî ji warên xwe koçber bûne. Bi milyonan penaberên sûrî bi awayekî veşartî derbasî Ewropa û gelek dewletan bûne.