YE: Tirkiye bi kiryarên xwe rewşê aloztir dike

Wezîrên karên derve yên welatên Ewropayê nerazîbûna xwe ji kiryarên dewleta Tirk ên li rojhilatê Deryaya Spî, Lîbya û Qibrisê re anî ziman.

YE: Tirkiye bi kiryarên xwe rewşê aloztir dike
8 kanûn, 2020   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ruetersê, wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê (YE) got dewleta Tirk ji bo derbaskirina nakokiyên li ser çavkaniyên gaza xwezayî li rojhilatê Deryaya Spî, alîkarî nedaye. Wezîran biryarên girêdayî ferzkirina cezayan li dijî Enqereyê hiştin civîna YE`yê ya roja pêncşemê.

27 wezîrên ku ji bo nirxandina sedemên cezayên aborî li ser Enqereyê hatine erkdarkirin, diyar kir ku dewleta Tirk ji Cotmehê ve nakokî zêde kirin.

Dîplomatekî payebilind ê YE`yê Josep Borrell têkildarî civîna ku 1 û 2`ê Cotmehê dema ku berpirsên YE`yê muhlet da Enqereyê da ku çareseriyeke dîplomatîk bibîne, wiha got: "Mixabin, ji dema civîna dawîn a Meclisa Ewropayê de, tu pêşketin çênebûn."

Borrell wiha domand: "Kiryar û tevgerên dewleta Tirk nehatin guhertin, berevajî wê di gelek aliyan de rewş aloztir bû."

(cx)