YPG: Li Til Hemîsê 4 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

YPG`ê ragihand ku di operasyona wan a li herêma Til Hemîsê de 4 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.

YPG: Li Til Hemîsê 4 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
8 kanûn, 2020   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî operasyona 6`ê Kanûnê ya li Til Hemîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPG`ê di daxuyaniya xwe de got 6`ê Kanûnê, ji aliyê Yekineyên Antîterorê (YAT) ve li herêma Til Hemîsê, li hemberî çeteyên DAIŞ`ê operasyonek hat lidarxistin û di encamê de 4 çete hatin girtin.

Li gorî daxuyaniyê, navên çeteyên ku hatine girtin wiha ne: Mohsen Fehîd El Duwaîh, Gazî Dohan, Hemed Elî El-Nasser û Muhanned Mohsen Fehîd El-Duwaîh.

YPG`ê bi berdewamî got: "Çeteyên Mohsen Fehîd El Duwaîh û Gazî Dohan berê di nav DAIŞ`ê de di xebatên îstixbaratê de cih girtiye û li hemberî hêzên me tev li gelek şeran bûne."

YPG`ê di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku di operasyonê de miqdarek cebilxane û amûrên teknîk jî hatine desteserkirin.