Dewleta Tirk û çeteyên xwe kehrebeya ji bo stasyona Elok dizîne

Çeteyên dewleta Tirk kehrebeya ji bo xebitandina stasyona Elok hatibû veqetandin, dizîn, ji ber vê yekê av ji ser xeta Serêkaniyê qut bû û fserên Tirk gef li karmendên stasyona Elok xwarin û gotin heke avê nedin xeta Serêkaniyê, dê ava Elok bi temamî qut bikin.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe kehrebeya ji bo stasyona Elok dizîne
5 kanûn, 2020   13:20
HESEKÊ

Ji beriya mehekê ve artêşa Tirk û çeteyên wê ava stasyona Elok ji ser bajarê Hesekê qut kiriye, ji ber çeteyên li bajarê Serêkaniyê kehrebeya ji bo xebitandina stasyona Elok a ji navçeya Dirbêsiyê tê, dizîne.

Saziya Kehrebê ya navçeya Dirbêsiyê ji bo kehrebê bide stasyonê xeteke 66 jê re veqetandiye, lê pêwîstiya stasyonê tenê bi 35 MB heye da ku bixebite û avê bide.

Çete jî 14 bîrên stûnî 3-4 dixebitînin û ew jî ji 5 heta 6 MB ji kehrebê xerc dike.

Endamê Rêveberiya Saziya Kehrebê ya Navçeya Dirbêsiyê Ezîz Silêman got ku li stasyona Elok zêdetirî 9 MB kehbre tê xerckirin, ji ber vê yekê stasyona kehrebeya ya ji bo stasyona Elok a Serêkaniyê hatibû veqetandin, xerab bû.

ꞌEFSERÊN ARTÊŞA TIRK GEFAN LI KARMENDÊN STASYONA ELOK DIXWINꞌ

Ezîz Silêman diyar kir ku efserên artêşa Tirk gef li karmendên stasyona Elok xwarin û wiha domand: "Efseran gotine heke kehbreyê nedin  nedin xeta Serêkaniyê ya dagirkirî, dê ava stasyona Elok bi temamî qut bikin."

Ezîz Silêman di berdewamiya axaftina xwe de ev yek got: "Di nîvê meha derbasbûyî de bi navbeykariya Rûsya têkildarî mekanîzmeya belavkirina kehrebeya stasyona Elo peyman îmze kirin û li gorî xeta kehrebê ya ji bajarê Dirbêsiyê tê dê ji bo stasyona Elok be."

Silêman di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku peyman bicih nehat, ji ber niha zext li ser stasyona Elok e, êdî rewş cidî ye û divê hemû alî pabendî peymanê bin, lê heke peyman bi cih neyê dê bi temamî stasyon were sekinandin.

Gerînendeya Avê ya Bajarê Hesekê ji stasyona Hemê av da taxa Neşwa, lê ji ber av qels bû, têra taxê nekir, ji ber vê yekê careke din taxên Hesekê bê av e û civaka navneteweyî bê deng e.

(eh)

ANHA