Weshingtonê armancên xwe yên li Sûriyê diyar kir

Nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Sûriyê armanca welatê ji Şamê bi sê xalan diyar kir, ew jî têkbirina DAIŞ û terorîstan e, derxistina Îranê ji vî welatî û çareseriya siyasî ye, her wiha îşaret bi nakokiyên Washingotinê yên bi Enqereyê re kir.

Weshingtonê armancên xwe yên li Sûriyê diyar kir
5 kanûn, 2020   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnameya "independent arabia" diyar kir ku Nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Sûriyê Joel Rayburn got ku DYA`yê ji bo aloziya Sûriyê dê 3 armancên stratejîk pêk bîne, ew jî têkbirina DAIŞ`ê û komên terorîst ên din, artêşa Îranê û komên pê ve girêdayî derxîne derveyî Sûriyê û ya sêyemîn jî dê li gorî biryara Civaka Ewlehiyê ya NY`yê 2254 dê çareseriya siyasî pêk bîne.

Joel Rayburn bi rêya ZOOM`ê bi hejmarek rojnemevanên Ereb re civiya û da zanîn ku Washingotinê destekê dide vê siyasetê û di kongresê de hate diyarkirin ku divê ji bo van her sê armancan kar û xebat were kirin.

Joel Rayburn anî ziman siyaseta Amerîkayê ya li hemberî aloziya Sûriyê ber bi rêbazekî baş ve diçe û Washingtonê vê yekê erê dike.

Joel Rayburn wiha axaftina xwe dewam kir:"Şandina çeteyên sûrî ji herêmên derveyî Sûriyê yên ku şer lê heye, ewlehiya herêmê têk dibe û dema mirov kiryarên wiha dibîne, em ji hevkarên xwe re nerehetiya xwe tînin ziman û dibêjin ku divê ev kiryar werin rawestandin."

Têkildarî hebûna hêzên Tirkiyê yên li Sûriyê, Joel Rayburn destnîşan kir, ku DYA`yê her tim piştrast dike ku dema alozî were çareserkirin dê tevahiya hêzên biyanî yên ji beriya 2011`an li Sûriyê ne derkevin.

 (eh)