Rêveberiya kampa Girê Spî mazot li koçberan belav kir

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî mazot li ser koçberên di kampê de belav kir.

Rêveberiya kampa Girê Spî mazot li koçberan belav kir
5 kanûn, 2020   12:48
EYN ÎSA

.Bi kordîneya bi Meclisa Kantona Girê Spî re, rêveberiya kampê ji bo alîkariya koçberên di kampê de, kete nava seferberiyê

Di vê çarçoveyê de, rêveberiya kampê li her malbatekê 50 lîtir mazot belav kir.

Koçberên bi navê Ebdulrezaq El-Omer û Mihemed Îdan spasiya rêveberiy kampê ji ber ku ji wan re mazota sobê pêşkêş kirin û dane zanîn ku rêxistinên navneteweyî soza xwe bicih neanîn û tenê gotinan dibêjin.

Koçberan çareseriyek domdar ji êşên xwe re xwestin û piştrast kir ku nîvî kesên ku li kampê dimînin piştî belavkirina mazotê, nikarin sobeyan bikirin.

Hevserokê Rêveberiya Kampê Mihemed Şêx Elî ji rêxistinên mirovahî yên di hundir kampê de kar dikin, xwest ku bi lez sozên ku dane koçberan nexasim alîkariyên zivistanê pêk bînin.

Di kampa koçberên Girê Spî yê ku di 22'ê Cotmeha sala borî de hat avakirin, 720 malbat (3 hezar û 531 koçber) tê de dimînin.

(dm)

ANHA