Nivîsgeha Parastina Zarokan li Hesekê zarokek radestî malbata wê kir

Hêzên Sûriyê Demokratîk(QSD) keçek temen biçûk radestî Nivîsgeha Parastina Zarokan a di Şerên Çekdarî de li kantona Hesekê kir û ji aliyê xwe ve jî wê nivîsgeh radestî malbata wê bike.

Nivîsgeha Parastina Zarokan li Hesekê zarokek radestî malbata wê kir
5 kanûn, 2020   12:16
HESEKÊ

Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerên Çekdarî de, ku aliyek fermî ye ji bo parastin zarokan li herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, armanc dike ku zarokan li gorî pîvanên navnetewî biparêze.

Li gorî van peyman û pîvanan, îro Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) keçek temen biçûk a bi navê Sîdra Hisên (16 salî) radestî Nivîsgeha Parastina Zarokan li kantona Hesekê kir.

Sîdra bi amadebûna Hevserokê Nivîsgeha Parastina Zarokan Xalid Cebir û fermandareke Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dilara Hesekê, hate radestkirin.

Cebir got:" Îro û li gorî peymanên parastina zarokan ji şeran û Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina zarokên herêmê dixebite û wan vedigerîne dibistanan, Sîdra Hisên Ismaîl radestî me hate kirin."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Bnamh4aEVbs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>