Girtiyên di greva birçîbûnê ya girtîgeha Eskîşehîrê rastî nêzkatiyên xerab tên

Girtiyên di girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê ku di gireva birçîbûnê de ne rastî nêzîkatiyên ne baş yên dewleta Tirk tên.

Girtiyên di greva birçîbûnê ya girtîgeha Eskîşehîrê rastî nêzkatiyên xerab tên
5 kanûn, 2020   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyên PKK-PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, dabûn destpêkirin, di roja 9’an de bi koma duyemîn didome. Li girtîgehan nêzîkatiyên xerab li girtiyên ku ketine greva birçîbûnê tê kirin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê ye.

Bavê girtî Emrecan Demîr ku li vê girtîgehê di çalakiya greva birçîbûnê de ye Hasan Demîr, diyar kir ku kurê wî bi rêya telefonê jê re ragihandiye ku şekir, ava fîkî û pêwistiyên din ên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dayîn û got: “Kurê min got ku 11 kes li girtîgehê dimînin û bi koma duyemîn greva birçîbûnê didomînin. Piştî destpêkirina grevê rojê 3 caran bi ser  qawuşê wan de digirin û amûrên wan ji hev dixînin û pirtûk û pênûsên wan desteser dikin.”

Demîr destnîşan kir ku kurê wî di dema çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2019’an de jî 106 di grevê de maye û ev peyama kurê xwe parve kir: “Heta tecrîda li girtîgehê û Îmraliyê ranebe wê çalakiya me bidome. Îro ne tenê girtîgeh, li ser civakê jî tecrîdek heye. Em li dijî vê polîtîkayê di çalakiyê de ne.”

Demîr, herî dawî ji ber nêzîkatiya xerab a li kurê xwe û hevalên wî yên di greva birçîbûnê de tê kirin banga hestiyariyê li rêxistinên mafê mirovan û raya giştî kir.