Kongres hewl dide rêxistina “Bedir” bixe lîsteya terorê

Kongresa Amerîkayê bi rêya erêkirina qanûnekê hewl dide rêxistina “Bedir” a iraqî ya nêzî Îranê bixe lîsteya rêxistinên terorîst.

Kongres hewl dide rêxistina “Bedir” bixe lîsteya terorê
4 kanûn, 2020   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Washington Free Bacon a Amerîkayê ku kopiyek qanûnê bi dest xistiye, kongres hewl dide qanûneke nû derxîne da ku mezintirîn komên “Terorîst” ên girêdayî Îranê li Iraqê ku li dijî karmendên amerîkî yên li Bexdayê êriş pêk anîne, ceza bike.

Rojnameyê diyar kir ku endamê komîteya kar û barên derve ya kongresê Joe Wilson ev hewldan dest pê kiriye.

Rojnameyê destnîşan kir ku rêxistina ‘Bedir’ ji êrişên li dijî rayedarên balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê û di nav de êrişa sala borî ya li dijî Qasim Suleymanî, berpirsiyar e. Tê zanîn ku ev rêxistin hîna beşekî hikumeta Iraqê û saziyên ewlehiyê ye.

Hadî El-Amirî ku leşkerekî iraqî ye û têkiliyên wî bi hikumeta Îranê û Iraqê re xurt in, rêxistina Bedir bi rêve dibe. Wezareta Derve ya Amerîkayê El-Amirî wekî yek ji berpirsiyrên êrişên di 2019`an de li dijî balyozxaneyê nîşan da.

(şx)