Meclisa Ewropayê Tirkiye hişyar kir: Dev ji kiryarên provokatîv berde

Serokê Meclisa Ewropayê hişyarî da Tirkiyê ku dev ji provokasyon û xîtabên xwe yên dijminahiyê berde.

Meclisa Ewropayê Tirkiye hişyar kir: Dev ji kiryarên provokatîv berde
4 kanûn, 2020   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê, îro serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel îşaret bi nakokiyên li ser çavkaniyên gaze yên li Deryayî Spî kir û got divê lîstoka di navbera Yekitiya Ewropayê (YE) û Tirkiyê de bi dawî bibe.

Michel di civîneke çapemeniyê de wiha got: “Me ajandeyeke erênî diyar kiriye. Divê Tirkiyê provokasyon û xîtabên xwe yên dijminahiyê rawestîne.”

(dm)