Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li gireva Îmraliyê, ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
4 kanûn, 2020   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzeran serî li heman dozgeriyê dan.

Malbata Ocalan herî dawî piştî 21 salan, di 27’ê Nîsanê de cara yekem bi telefonê hevdîtin pêk anîbû. Hevdîtina telefonê ya piştî 21 salan ku yekemîn car pêk hatî, di 7’ê Îlonê de ji bo 6 mehan hat qedexekirin.

(şx)