​​​​​​​Amerîkayê cezayên nû li dijî Îranê birîn

Îro, DYA’yê cezayên nû li dijî kesekî û komek di çêkirina çekên kîmawî ya girêdayî Îranê dixebitin de, ferz kirin.

​​​​​​​Amerîkayê cezayên nû li dijî Îranê birîn
3 kanûn, 2020   20:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, ceza li dijî koma Şehîd Mîsamî ya girêdayî rêxistina Îranê ya afrînerî û lêkolîna parastinê û li dijî kesê bi navê Mehran Baberî ku gerînendeyê komê ye, hatin birîn.

 Li gorî wezaretê, koma Şehîd Mîsamî beşdarî lêkolînên çekên kîmawî ya Îranê dibe û ew jî girêdayî rêxistina Îranê ya afrînerî û lêkolîna parastinê ye.

(fr)