Serokkomarê Îranê projeya zêdekirina Uranium red kir

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî projeya biryara parlamantoyê ya zêdekirina Uranium red kir.

Serokkomarê Îranê projeya zêdekirina Uranium red kir
2 kanûn, 2020   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Îranê IRNA û Kanala Îranê, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî di civîna hikumetê de da zanîn ku DYA`yê di ferzkirina siyaseta zextê de bi bin ket û ev yek dê bihêle Rêveberiya Amerîkayê ya nû "Jeo Biden" siyaseta xwe li hemberî Îranê biguhere.

Hesen Rûhanî destnîşan kir ku di nava hikumeta Îranê ya niha de, Îran ji sîstema navendî ya IR1 û IR2 derbasî sîstema IR8 û IR9 û got Îranê dikare bi rêya IR2-m a pêşketî Uranium zêdetir bike.

 (eh)