Dewleta Tirk û çeteyên wê kehrebe li ser stasyona Elok qut kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kehbreya ji bo xebitandina stasyona Elok dizîn, ji ber vê yekê jî ev 15 roj in stasyon ji xizmetê derketiye.

Dewleta Tirk û çeteyên wê kehrebe li ser stasyona Elok qut kir
2 kanûn, 2020   12:13
HESEKÊ

Çavkaniyên ajansa me ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker ev meheke tenê saeteke stasyona Elok dixebitînin û nahêle ku karker biçin stasyonê.

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker çeteyên wê"Artêşa Niştimanî ya Sûrî", kehbreya stasyona Elok dizîn, ji ber vê yekê jî ev 15 roj in stasyon bi temamî hatiye rawestandin.

Çavkaniyan ji ANHA re da xuya kirin ku kehrebaya ku digihîje stasyonê û di encama diziya beşek mezin a wê de têra xebitandina wê nakin, ji ber vê yekê av naghêje bajarê Hesekê.

Di 21'ê Adara îsal de dewleta Tirk û çeteyên wê karkerên stasyona Elok derxistin û av li ser kantona Hesekê ya ku bi hezaran koçberên Serêkaniyê û gundên nêzî eniya şer tê de ne, qut kir.

(dm)

ANHA