Partî û aliyê siyasî ji bo rewşa Kerkûkê li hev civiya

Partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê ji bo rewşa Kerkûkê û hilbijartinên pêşwext ên Iraqê li hev civiyan. Her wiha partiyan piştgirî dan daxwaza karmendan.

Partî û aliyê siyasî ji bo rewşa Kerkûkê li hev civiya
2 kanûn, 2020   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Partî û aliyên siyasî yên li Kerkûkê, li baregeha Herêma Kerkûk ya Hevpeyamana Nîştimanî, li ser rewşa Kerkûk û tevlîbûna hilbijartinên pêşwext yên Iraqê civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê ji aliyê berpirsê Peywendiyên Herêma Kerkûk ya Hevpeymana Niştîmanî Tariq Teha ve hate dayîn.

Tariq Teha da zanîn ku wan di civînê de behsa rewşa niha ya bajêr, siyasî, ewlekarî û aborî ya bajêr kirine. Teha di berdewama axaftina xwe de got; “Me bal kişand ser pêwîstiya jiyanek hevbeş ya di nava pêkhateydan de. Ev jî bi armanca parastina aramiya Kerkûkê gelek girînge. Mijarek din a civînê, hilbijartinên pêşwext yên Iraqê bû. Me behsa egera bi yek lîsteyê ya tevlîbûna hilbijartinan kir.”

Li gorî agahiyan di civînê de partî û aliyên siyasî piştgiriya xwe ji bo daxwazên hemû karmendên Kerkûk yên ser bi Hikumeta Herêmê ve anîn ziman.

Li ser danîna waliyek Tirkmen ji bo Kerkûkê, rêveberê peywendiyên malbenda Kerkûk yê YNK’ê Cengî Îzedîn bersiva pirsa nûçegihanê Rojnews`ê; “Me jî tenê bihistiye, lê di rastiyê de tiştek wisa nîne, ev yek tenê gotegot in. Me daxwaz kiriye dosyaya ewlehiya parêzgehê radestî polîsên xwecihî yên parêzgehê werin kirin. Em dixwazin hêza di nava Kerkûkê biçe dervey bajêr, Iraq dikare hêzek berfireh ji hemû pêkhateyan ava bike û li nav bajêr belav bike.”