Senatorê amerîkî : Trump xiyaneta mezin kir

Endamekî Kongreya DYA'yê daxwaz kir ku serok Donald Trump û rêveberiya wî bên dadgehkirin û got Trump xiyaneteke mezin kiriye.

Senatorê amerîkî : Trump xiyaneta mezin kir
18 mijdar, 2020   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Washington Times, Eedamê Kongreyê yê ji Partiya Demokrat Bill Baskrell daxwaz kir ku Donald Trump û rêvebiriya wî werin dadgehkirin.

Baskrell diyar kir ku Trump xiyaneta mezin kir ku dema hewl da êrişî hilbijartinan bike û demokrasiyê bifetisîne û got: "Ew beşdarî xiyanetê bû, Trump dev ji rêvebirin û parastina neteweya me berda. Eger rûmeta wî hebe, dê îro îstîfa bike."

(dm)